Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an 2020-06-22 12:41:22 ÊLIH – Li Êlihê, hejmara kesên di serdegirtinên malan de hatin binaçavkirin derket 18’an.  Leşkeran li Êlihê di çarçoveya lêpirsîneke ku hat birêve birin de, li gund û navenda bajêr bi awayekê hem wext bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna di malan de, Hevşaredara Bajaroka Awîskê ya navçeya Qûbînê Hatîce Taş a qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarên şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekram Evrûz û Bayram Ozalp jî, di nav de 18 kes hatin binçavkirin.   18 kes li Qereqola Eskerî ya Êlihê tên girtin û derbarê wan de biryara binçavkirina 4 rojan hatiye dayîn.