Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû 2020-06-22 13:23:20   WAN – Saîm Yilmaz ku li gundê Qaşqolê yê navçeya Elbakê di bûyera ku Erhan Guler têde hatibû kuştin de ji aliyê leşkeran ve hatibû birîndarkirin, ji nexweşxaneyê tabûrcî bû.    Di 14’ê hezîranê de li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê, leşkeran gule li welatiyên bi navê Erhan Guler û Saîm Yilmaz barandibûn. Leşkeran di encama gulebarana xwe de Guler ê 20 salî kuştibûn û Yilmaz ê bavê 4 zarokan jî birîndar kiribûn.    Saîm Yilmaz ku tedawiya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê dihat tedawîkirin, hat tabûrcîkirin. Yilmaz ku ji aliyê xizmên xwe ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin, tê payîn ku giliyê berpirsyarên bûyerê bike.   ‘LEŞKERAN ÎŞKENCE KIR’   Yilmaz ku ji milê xwe yê rastê bi guleyekê birîndar e, vegotibû ku leşkeran qûndaxên çekan îşkence lê kirine û bi piyên xwe pê li birîna wî kirine. Yilmaz ji aliyê gundiyên ku çûbûn cihê bûyerê ve birîndar hatibû dîtin û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Yilmaz piştî tedawiya xwe ya 5 rojan a li beşa lênêrîna zêde, di 18’ê hezîranê de derxistibûn beşa asayî.