Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne 2020-06-22 13:55:38   STENBOL - Danişîna doza endamên MÎT'ê ku musteşarê MîT'ê Hakan Fîdan jî di navde hat dîtin. Danişina dozê li Girtîgeha Sîlîvrî pêk hat. Li ser daxwaza parêzerên MÎT'ê danişîna dozê li çapemeniyê qedexe kirin. Biryar dan ku qedexeya weşanê dînin ser dozê.    Danişîna doza endamên MÎT'ê ku di navde Musteşarê MÎT'ê Hakan Fidan jî heye, li Girtîgeha Sîlivriyê hat dîtin. Danişîna dozê ku 14 jê girtî, 15 fîrar bi giştî 34 bersûc tên darizandin, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî hat dîtin. Di danişîna dozê de 6 bersûcên girtî anîn salona dadgehê. 5 girtî, bi hinceta vîrûsa corona bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Li ser daxwaza parêzerên MÎT'ê destûr nedan ku rojnameger têkevin salonê û qedexeya weşanê danîn ser dozê.