Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin 2020-06-22 13:59:19 ENQERE – Di têketina Enqerê de “meşa parastinê” ya serokên baroyan hat astengkirin û ew jî li dijî astengiyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Wekîla Serokê Komar HDP’ê Meral Daniş Beştaş bi cubeyê xwe beşdarî çalakiyê bû û got îradeya 100 hezar parêzeran hatiye astengkirin.  Serokên gelek bajaran li dijî guhertina pergal baroyê û qanûna parezertiyê ber bi Enqerê ve “Meşa parastinê” li dar xistin. Meş îro gihîşt Enqerê. Polîsan di têketina Enqerê de meşê asteng kir. Li dijî astengkirinê serokên baroyan jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û ev çalakî didome. Serokên baroyan û parêzerên li gel wan helwesta polîsan bi dirûşm û lêdana çepikan şermezar dikin.    Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a parêzer jî bi cubeyê xwe hat cihê çalakiyê û pişgiriyê dan çalakiya serokên baroyan.    BEŞTAŞ: ÎRADEYA 100 HEZAR PARÊZER TÊ ASTENGKIRIN    Beştaş diyar kir ku baro tune bin parastin jî tune ye û wiha got: “Heke parastin tune be darizandina adilane jî nîne. Îqtîdar dixwaze baroyan bixe bin kontrola xwe û bike bin fermana xwe. Ev demeke îqtîdar li ser vê yekê dixebite. Parastin dimeşe. Di esasê xwe ev pir girîng û bi nirx e. Di têketina Enqerê de îradeya 100 hezar parêzer tê astengkirin. Astengkirina nûnertiya parastinê resmek din jî yê totalîter da. Tişta em jê re dibêjin rejîma yek zilamî tam jî ev dîmen e. Astengkirina serokên baroyan û parêzeran bêçaretî û aciziya AKP’ê ya li dijî parastin û hiqûqê carek din derket holê. Divê teqez pêşiya parastinê were vekirin û parastin bimeşe. Parastin tenê nexwe temsîl dike. Darizandina adil temsîl dike û daraza bêalî û serbixwe tîne ziman.”    PARÊZERAN LI DÎLOKÊ MUDAXILEYÊ ŞERMEZAR KIR    Li hin deveran parêzer li dijî mudaxileya polîsan a li Enqerê şermezar dikin. Parêzerên Baroya Dîlokê li ber Dadgeha Dîlokê daxuyanî dan û astengkirin û êrişa li dijî serokê baroya xwe şermezar kirin. Parêzerên Dîlokê xwestin ji serokê wan lêborîn were xwestin.    GUL: LI DIJÎ KÎJAN XALÊ DERDIKEVIN    Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul ê di bernameyek zindî de daxuyanî da têkildarî meşa parêzeran axivî û got: “Hêj teklîf nîne, hûn li dijî kîjan xalê derdikevin?”