Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan 2020-06-22 14:39:43   STENBOL – 6 rojnaemgerên ku ji ber nuçeyên merasima cenazeyên endamên MÎT'e yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn weşandin hatin girtin, dê di 24'e Hezîranê de derkevin pêşberî dadger. Parêzerên rojnamegeran diyar kirin ku eger hiqûq hebe divê rojnameger bên berdan    Înîsîsiyatifa Agahiya te heye ? têkildarî 6 jê girtî 8 rojnamegerên ku nuçe der barê merasima cenazeyên endamên MÎT'ê de weşandibûn, li Baroya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Înîsiyatîfê der barê rewşa Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelik, Midurê Karên nivîsan Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Oda TV Bariş Terkoglu, Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Bariş Pehlivan, nûçegîhan Hulya Kilinç û Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel de agahî dan. 6 jê girtî 8 rojnamevan ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan tên darizandin. Danişîna ewil a rojnamevanan wê di 24'ê Hezîranê de pêk bê. Lê di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê jî ew qebûl kiribû. Dozger rojnamegeran bi "aşkerekirina agahiyên dewletê yên divê veşarî bimînin" û "aşkerekirina agahî û belgeyên fealiyetên îstixbaratî" sûcdar dike û ji 8 salan heya 17 salan ceza dixwaze. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser ku di Girtîgeha Jimare 9 a Tîpa F a Sîlîvriyê de girtî ne.    Li salona Baroya Stenbolê Parlamenterê Serbixwe Ahmet Şik, Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Serokê Giştî yê Sendîkaya DÎSK/Basin-Îşê Faruk Eren û gelek rojnaemger amade bûn. Seroka CHP'ê ya Stenbolê Kaftancioglu, xwest hemû rojnameger bên berdan û azad bibin û li cem tekoşîna rojnamegeran cihê xwe digire.   Serokê Sendikaya Basin-Îş'ê Faruk Eren jî anî ziman ku ji bo rojnameger bên girtin îqtîdar bi taybet têdikoşe û wiha got: "Rojnamegerî ne suc e. Me di çalakiya parêzerên ku ji bo darizandinek bi edalet û meşa parêzeran a Enqereyê de dît ku dadgeh ne serbixwe ye.    Parêzerê rojnammger Bariş Terkoglu û Barış Pehlivan Prz; Serkan Gunel, jî anî ziman ku îdîaneme ji aliyê 3 dozgeran ve hatiye amadekirin û wiha got: "Îdîaname ji 50 rûpelan hatiye amadekirin. Dozger di îdîanameyê de li sûc digere. Nûçe li gelek cihan hat weşandin. Lê tevî vê yekê rojnameger hatin girtin. Tu agahî û belgeyên ku çima rojnameger bên girtüin tune ye."     ULGEN: HIQÛQ HEBE DIVÊ ROJNAMEGER BÊN BERDAN   Parêzerê Murat Agirel Celal Ulgen  jî anî ziman ku Tirkiye di rewşa OHAL'ê re derbas dibe û got: "Eger li Tirkiyeyê hiqûq hebe divê rojnameger bên bardan.    KILIÇ: CUDAKARIYÊ DIXIN NAVA ROJNAMEGERAN   Parêzerê Rojnaemger Ferhat Çelik û Aydın Keser, Prz. Ozcan Kiliç jî anî ziman ku ew ji Rojnameya Sabahê fêr bûn ku der barê muwekilê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: "Di navbera rojnamgeran de cudakarî tê kirin. Li vî welatî tu carî çapemenî azad nebû. Nûçeyên ku îqtîdar dixwaze ji gel veşerê wekî meseleya casusûyiê nîşan dide. Îqtîdar rê li pêş mafê gel ê agahdariyê digire." Kiliç xwest di navbera rojnamegeran de cudakarî neyê kirin û rojnameger serbest bên berdan.     Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu jî anî ziman ku hem li Tirkiye û hem jî li cîhanê gelek rojnameger girtî ne. Ji bo hemû rojnamegerên girtî bên berdan xebatên me û têkoşîna me dê bidome."    Danişina doza 6 rojnaemgerên girdî dê di 24'ê Hezîranê deli 34’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin.