Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan 2020-06-22 16:09:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran, parêzer li ber edliyan kom bûn, piştgirî dan “meşa parastinê” ya serokên baroyan û astengiyên polîsan şermezar kirin. Di serî de li Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya û gelek bajaran, parêzer li ber edliyan kom bûn û piştgirî dan “meşa parastinê” ya serokên baroyan a ber bi Enqerê vê. Parêzeran astengkirina serokên baroyan ên Enqerê şermezar kir û bertek nîşanî nêzîkatiyên polîsan dan.   ÎZMÎR   Baroya Îzmîrê, li ber Deriyê C ê Deliya Bayrakli kom bû û daxuyanî da çapemeniyê. Alîkarê Serokê Baroyê Ozgur Yilmazer li ser navê parêzeran axivî û wiha got: “Ev 3 rojin serokên baroyan meşa xwe dewam dikin. Sedema vê meşê di serî de desthilatdariya siyasî û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîgolû ye. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û teslîm nebin. Em ê bîat nekin.”   EDENE   Parêzerên endamên Baroya Edenê jî, li ber edliyê kom bûn. Ji Desteya Rêveber a Baroya Edenê Îlknûr Onal, bertek nîşanî astengkirina serokên baroyan da û wiha got: “Mafê qanûna bingehîn tê binpêkirin. Em ê tu carî destûr nedin ku baro ji hev bên cudakirin û dabeşkirin.”   Parêzer piştî daxuyaniyê heya demekê çalakiya rûniştinê li dar xistin û dûre bi berzkirina dirûşmeyên “Bi berxwedanê emê bi qezenc bikin” û “Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe” çalakiya xwe bi dawî kirin.    MÊRSÎN   Parêzerên Baroyên Mêrsîn û Antalyayê jî heman daxuyanî dan û bertek nîşanî astengkirina polîsan dan.    ENQERE    Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî, daxuyaniyek nivîskî weşand û mudaxileya li dijî serokên baroyan û astengkirina wan a ketina Enqerê şermezer kir. TTB’ê diyar kir ku divê ev pêkanînên zextê tavilê bi dawî bibin.