Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974 2020-06-22 20:46:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 24 eksên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 212 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 212 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 188 hezar û 897 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 974.