Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome 2020-06-23 09:13:23 STENBOL - Li Girtîgeha Sîlîvriyê çalakiya girtiyan a neqebûlkirina xwarinê di hefteya dudoyan de ye. Parêzer Vedat Ece ku hevdîtin bi muwekîlê xwe re pêk anî, diyar kir ku girtî bi biryar in ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.  Li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê girtî ji ber newekehviya di qanûna înfazê de û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi çalakiya neqebûlkirina xwarinê kiribûn.Çalakiya girtiyan di hefteya dudodayn de ye. Girtî ji bo astengiyên li ber hevdîtinên vekirî, sohbet, atolye û pêwendiyê bên rakirin hefr hefte roja Duşem û Înê xwarina tê belavkirin qebûl nakin. Her wiha girtî her roj saet di 12'ên nîvro de jî bi dirûşme, tilîlî û epikan binpêkirinên mafan şermezar dikin.    300 GIRTÎ DI ÇALAKIYÊ DE NE    Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Parêzer Vedat Ece, çû girtîgehê muwekîlê xwe dît. Ece, destnîşan kir ku girtiyan diyar kiriye heya mafên wan ên bingehîn ên di Qanûna Bingehîn de pêk neyên û daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike. Ece, got: "Bi vî awayî dengê xwe radigîhînin. Ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin çalakiyeke wiha dan destpêkirin. Nêzî 300 girtî di çalakiyê de ne."    Ece, anî ziman ku îdareya girtîgehê mehê carekê bi awayekî kêfî davêje ser qawîşan û got, ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin girtiyan dest bi çalkiyeke wiha kiriye. Ece, got: "Wekî ku li hundir sûcek tê kirin her roj davêjin ser qawîşan. Ji xwe devera ku herş zêde dewlet diparêze girtîgeh in. Em dixwazin pêkanînên bi vî rengî bi dawî bibin. Di vê pêvajoyê de girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Mafê jiyanêê her kesî ye. Divê girtiyên siyasî jî bên berdan."    ‘DAXWAÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'    Hevserokê Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Bi Malbatê Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) Husnu Taş jî destnîşan kir ku ji ber vê malbatên girtiyan bifikar in û got, şert û mercê girtiyên nexweş nebaş in, dermanên wan nayên dayîn û nayên tedawîkirin. Taş, got: "Dixwazin mafên wan ên hatine desteserkirin pêk bên. Ji ber ku pêk nayên dest bi çalakiyeke wiha kirine. Em dixwazin gelê kurd xwedî li vê çalakiyê derkeve. Girtî heya daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomînin. Daxwaza wan daxwaza me ye."