Hunermend Çat hat berdan 2020-06-23 09:16:14   MÊRSÎN - Hunermend Kadir Çat, serbest hat berdan   Hunermend Kadîr Çat ku ji bo îfadeyê bide çû Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin. Kadir Çat piştî hat binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê. Çat, bi hinceta di navbera salên 2013 û 2016'an de bi xebatên xwe sûc kiriye bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn kirin. Piştî Çat li Fermandariyê îfade da sewqî Edliyeya Mêrsînê kirin û li Edliyeya Mêrsînê bi şertê kontrol hat berdan.