Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin 2020-06-23 10:44:01   AMED – Li panoyên Lojmanên Mamosteyan ên Şehîtlîkê yên Amedê, ji bo niştecihên ezeb ên lojmanan nivîsa “Heke bê tespîtkirin ku mêvanên dibin sedema nearamiyê dihewînin û li dijî sinca giştî tevdigerin, dê lêpirsîn bê destpêkirin” hat daleqandin.    Li panoyên Lojmanên Mamosteyan ên Şehîtlîkê yên li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, şertên ku divê niştecihên lojmanan li gorî wan tevbigerin hatin daleqandin. Di şertên ku ji aliyê rêveberiya lojmanê ve hatine diyarkirin û li ser deriyan hatine daleqandin, 31 xal hatine rêzkirin.  Di her du xalên dawîn ên şertan de ji şertên din sitûrtir ev tişt, “Avahî ji bo cih in, nikarin ji bo wesfên li dijî sinca giştî û cihê kar bên bikaranîn. Wê destûr ki kesên ku ji bo vê armancê bi kar bînin re neyê dayîn. Di rewşeke berovajî de dê derbarê kesê eleqedar de lêpirsîn bê destpêkirin. Heke bê tespîtkirin ku kesên ezeb mêvanên dibin sedema nearamiyê dihewînin û li dijî sinca giştî tevdigerin, dê lêpirsîn bê destpêkirin.” hatine nivîsandin.