Amîrê TEM'ê yê 22 sal ceza lê birîn serbest berdan 2020-06-23 11:36:19   MÊRDÎN – Amîrê TEM'ê Unal Uyar yê li Navçeya Nisêbînê di tora sucê deqkirin, şantaj, gef, îşkenceyê de cih girt û bi zorê pere ji mirovan stendibû, li gel 22 sal ceza lê hat birîn jî serbest hat berdan.    Amîrê TEM'ê Unal Uyar ê li navçeya Nisêbînê ya Mêrtînê tev li tora sucê deqkirin, şantaj, gef, îşkenceyê bû û bi zorê pere ji mirovan stendibû, li gel 22 sal ceza lê hat birîn jî serbest hat berdan. Dema qedexeyên derketina kolanan li Navçeya Nisêbînê hatibû îlankirin, bi sucdariya "Tora sûc ava kiriye, Midûrê polîsan ê Nisêbînê Kadir Şen, Amîrê TEM'ê (têkoşina bi terorê re) Unal Uyar, Amîrê  Koma Têkoşîna Sûcên Organîze û Qaçakvaniyê (KOM) Serkan Bekir Aşali û hin polîsên din, Sercerdevanê Gundê Çaglarê Fikret Aslan jî di navde der barê 11 kesan de doz hatibû vekirin. 1 jê hatibû girtin bi giştî 11 kes dihat darizandin. Dadgehê der barê wan de biryar da û Amîrê TEM'ê Unal Uyar ê girtî dihat darizandin serbest berda. Danişîna dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê duh hat dîtin. Amîrê TEM'ê Amiri Unal Uyar ji girtîgeha beşdarî danişînê bû. Dîsa Midûrê polîsan Kadir Şen  bi rêya SEGBİS'ê ji Îzmirê beşdar bû. Bersûcên din beşdarî danişînê nebûn. Heyetê di danişîna dozê de der barê bersûcan de bi sucdariya “Veşartina jiyana taybet îhlal kiriye", “Îşkence kiriye", “Sûcê peyvirdarê cemaweriyê veşartiye" biryar da.    Amîrê Şaxa TEM'ê Unal Uyar, parastin kir û îdea kir ku li vir di şexsê wî de dewleta Komara Tirkiyeyê tê darizandin.    Dadgehê piştî parastinê der barê polîsê bersuc Umit Înan Ekîncî û Sedat Ozdemir de ji sûcê “îşkenceyê” ji bo her yekî 5 sal, der barê polîs Alparslan Başkurt de bi sûcê “îşkenceyê" 5 sal û ji sucê “jiyana taybet îhlal kiriye" 3 sal, der barê Cerdevan Suleyman Aslan û Mehmet Salih Başak de bi sucdariya “talankirin" ji bo her yekî 10 sal ceza birî. Piştre ceza kêm kir û ji bo her yekî 5 sal ceza birî.    Dadgehê der barê Sercerdevanê Gundê Çaglarê Fikret Aslan de “talankirina gelek kesan" 10 sal ceza birî û piştre ceza daxist 7 sal û 6 mehan. Heyeta dadgehê li Amîrê KOM'ê Serkan Bekir Aşali 1 sal û 6 meh ceza birî.    LI AMÎRÊ TEM'Ê 22 SAL Û 6 MEH CZEA BIRÎE Û BERDA   Heyeta dadgehê li Amîrê Şaxa TEM'ê yê Nisêbînê Unal Uyar jî bi sûcdariya îşkenceyê 7 sal, ji sucdariya li dijî zagonan 5 sal û 500 roj cezayê pereyan, ji talankirina gelek kesan 10 sal û binpêkirina mafê jiyana taybet 3 sal ceza birî. Heyetê bi giştî der barê Amîrê TEM'ê Unal Uyar de 22 sal û 6 meh ceza birî û Uyar serbest berda.    AMÎRÊ TEMÊ BERDAN, LÊ HEVŞAREDAR CEZA KIRIN Û HÊJ GIRTÎ NE   Di vê pêvajoya ku dadgehê Amîrê TEM'ê Unal Uyar serbest berda de duh li Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ceza kirin.  Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileya 2017’an de bi serdegirtina malê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Daneşîn, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Kaya bi sûcdariyên mîna “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” û “Endamtiya rêxistinê” hat darizandin. Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî daneşînê bû, dadgehê, biryar da ku wesfên sûcdariya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” çênebûne û bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” 13 sal û 6 meh, bi angaşta “peywira xwe baş bikar naniye” 6 meh û bi angaşta “Gel tehrîqê neyartî û kînê” kiriye jî 2 sal cezayê girtîgehê bi giştî 16 sal li Kaya birî.    MA / Ahmet Kanbal