Demîrtaş piştgirî da meşa serokên baroyan 2020-06-23 11:46:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş astengkirina “meşa parastinê” ya serokên baroyan şermezar kir û diyar kir ku ew li cem wan e.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin bertek nîşanî astengkirina “Meşa Parastinê” ya serokên baroyan da. Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe peyam şand û li ser hesabê wî yê Twîtterê hat belavkirin. Twîta Demîrtaş wiha ye: “Ez astengkirina meşa serokê baroyan a li Enqereyê ku bi zora polîsan pêk tê şermezar dikim. Ez wek parêzerekî li cem we me.”