Dadgehê doza rojnameger Dogan taloq kir 2020-06-23 12:55:23   STENBOL – Danişîna doza nûçegihanê Arti Gerçekê Rifat Dogan ê bi îdiaya di qezaya trenê ya li Çorlû de dîmen kişandiye tê darizandin, hat taloqkirin.    Nûçegihanê malpera Arti Gerçekê Rifat Dogan bi îdiaya ku dîmenên qezaya trênê ya li Çorlûyê kişandiye tê darizandin. Danişîna duyemîn a doza Dogan li Dadgeha Çorlûyê hat lidarxistin. Dogan û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Dogan di danişînê de parastina xwe kir sûcdariya li ser xwe red kir û xwest were beratkirin.    Parêzerê Dogan xwest şahidên bûyerê werin guhdarkirin. Dadgehê daxwaza parêzer pejirand û danişînê taloqî 8’ê kanûnê kir.