Şaredarê CHP’î ji peywirê hat girtin 2020-06-23 13:35:54   BALIKESÎR – Şaredarê navçeya Erkekê Huseyîn Sari yê CHP’î bi angaşta ku “Di îhaleyê de nelirêtî kiriye” ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin.    Şaredarê navçeya Erkekê yê Balikesîrê Huseyîn Sari yê CHP’î bi angaşta ku “Di îhaleyê de nelirêtî kiriye” salek û 15 roj ceza lê hat birîn. Piştî ku ceza li Sari hat birîn, Wezareta Karên Hundir wî ji peywirê girt.   Di sala 2019’a de jî bi hinceta ku “heqaret li serokkomar kiribûn” ceza lê Sari hatibû birîn û dîsa ji peywirê hatibû girtin.