Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-06-23 15:23:14   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn.    Parêzerên Ocalan ji 7’ê Tebaxa 2019'an ve 81 carin serî li serdozgeriyê didin, lê heta niha bersivek erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn.