Malbata Aztagaç cenazeyê kurê xwe ji Meletiyê wergirt û ket rêya Amedê 2020-06-23 17:36:17   AMED - Malbata Aztagaç, cenazeyê lawê xwe Alî Cafer Aztagaç ê HPG'yî ji morga Goristana Bajêr a Meletiyê wergirt û ketin rêya Amedê.    Malbata Aztagaç cenazeyê lawê xwe Alî Cafer Aztagaç (Mûnzûr Amed) ê HPG'yî ku li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dabû wergirt. Piştî encama DNA’yê diyar bû, malbat îro bi rêveberên MEBYA-DER’ê re çûn Meletiyê û serî li dozgeriyê dan. Malbatê piştre ji morga Goristana Bajêr a Meletiyê cenazeyê xwe wergirt û ketin rêya Amedê. Hat diyar kirin ku dê malbat cenazeyê kurê xwe li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê defin bikin.