Cenazeyê Acar li 30 nokteyan rawestandin 2020-06-23 17:49:43 ŞIRNEX - Cenazeyê Lale Acar a li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest da bû, li warê xwe Elkê spartin axê. Hat diyar kirin ku leşker gefan li malbatê dixwin ku gundê xwe terk bikin.    Cenazeyê endama HPG’ê Lale Acar (Jiyan Feraşîn) a li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû teslîmê malbatê hat kirin. Malbata Acar ji Dortyola Hatayê hat Meletiyê û duh saet 16.00’ê şevê cezaneyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin. Malbat ji bo ku cenazeyê keça xwe Acar li gundê Geliyê Gewda ya navçeya Elkê ya Şirnexê defin bike, ket rê.   14 SAETAN DI RÊ DE MAN   Malbat di rê de, di 30 nuqteyên kontrolê re derbas bû û di her nuqteyê de nasnameyên wan di Lêgerîna Agahiya Giştî (GBT) re derbas kirin. Dîsa di nuqteyan de lêpirsîna plakaya wesayîtê hat kirin. Ji ber van sedan malbata 14 saetan di rê de ma. Li her bajarekê jî, wesayîteke cuda ya polîsan bi cenaze re hereket kirin. Cenaze dema gehişt gundê Geliyê Gewda ya navçeya Elkê jî, ji aliyê leşker û polîsan ve hat dorpêçkirin. Di heman demê de ketin û derketina gund jî, hat qedexekirin û ji bilî 25 endamên malbatê destûr nehat dayîn ku kes beşdarî merasîma cenazeyê Acar bibin. Cenazeyê Acar saet 06.00’ê sibê hat definkirin. Hat hîn bûn ku piştî definkirina cenaze, eskeran ev gef li malbatê xwariye; “Di nava 3 saetan de gund terk bikin. Ji ber koronayê şîna xwe ne danin.”    Malbata Acar îro saet 14,00’an, ji navçeya Elbakê veqetiya û ber bi Dortyola Hatayê ve ket rê. Hat diyar kirin ku malbata wê şîna xwe li Dortyola Hatayê dane.