Rojnamevan Kaya: Divê ENKS helwesta xwe diyar bike; an Tirkiye an yekîtî? 2020-06-24 09:11:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nîhat Kaya ku hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên dişopîne, ji bo ENKS'ê got: "Wê ENKS ligel Tirkiyeyê hereket bike an di nav yekîtiya kurd de cih bigire? Mecbûr e êdî biryarekê bide."  Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) piştî hevdîtine dûr ûd irêj li hev kirin. Di 17'ê Hezîranê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYA'yê Wîllîam Robak jî di nav de heyetek daxuyanî dabû û di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku wê xebatên yekîtiyê di çarçoveya Peymana Duhokê de bên kirin. Ev qewimîn di raya giştî ya kurd de wekî "gaveke dîrokî" hat nirxandin.    Rojnamevan Nîhat Kaya ku bi salan e li herêmê ye û pêvajoya yekîtiya neteweyî ya kurd dişopîne, hevdîtinên pêk hatin ji ajansa me re nirxandin.      Kaya, anî ziman ku lihevkirina kurdan bivênevê bû, lê belê ev pêvajo pêvajoyeke giran û zehmet bûye. Kaya, got: "Ji ber ku kurd ne yek bûn, sedsala 20'an ji dest çû. Di sedala 21'ê de jî şerekî cîhanê yê nû qewimî. Hê jî dewam dike. Îjar ji bo ev sedsal jî ji dest kurdan neçe, yekîtî ji nan û avê wêdetir e, bivênevê ye. Lê belê xwegihandina vê merheleyê, ne hêsan bû, bi zor û zehmtiyan hatin vê astê." Kaya, bilêv kir ku ji sala 2011'an yanî destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heya niha kurd ji kulvarên cuda herekt dikin û got: "Bi taybetî jî derdora bi navê ENKS, piranî di nav komên ku wekî muxalefeta Sûriyeyê tên binavkirin û Tirkiye jî piştgiriyê dide wan cih girt û armanca wan rûxandina rejîmê ye û li şûna wê pergaleke din bê avakirin. Li hêla din jî derdora ku PYD jî di nav de ye. Armanca wan jî di nav şerê navxweyî yê Sûriyeyê de rejîm bê guherandin û veguherandin, şoreşeke demokratîk pêk bê. Lê belê ev gotin, ev cihêkarî hat radeyeke wisa ku êdî lihevkirin ne pêkan bû."    Kaya, bal kişand ser têkiliya ENKS'ê ya bi Tirkiyeyê û hin hêzên navneteweyî re û got, ligel daxwaza kurdan a ji bo yekîtiya neteweyî divê rêveberiya xweser a herêmê ji bo zext û zoriyên navneteweyî kêm bibin divê bi her kesî re bê gel hev. Kaya, destnîşan kir ku ji ber vê fikarê bi bangawaziya fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, di navbera kurdan de pêvajoya diyalogê dest pê kiriye û got: "ENKS, li Stenbol, Enqereyê bi siyaseta Tirkiyeyê der barê herêmê de siyaset dike. Ev yek kurdan qels dike. Piştî vê bangawaziyê hewldanên hatine cem hev çêbûn. Lê ji vê wêdetir bi taybetî jî di vî warî de hin hewldanên DYA û Fransayê çêbûn. Piştî hewldanên hevpar ên DYA û Fransayê û bangawaziyên Mazlûm ebdî, pêvajoya hatina cem hev dest pê kir, hat vê astê. Çendî bê gotin merhaleya ewil qediya be jî, lê gelek mijarên divê bên şîrovekirin hene."    CUDAYIYÊN FIKR Û RAMANÎ       Kaya, diyar kir ku heya niha peymanek nehatiye îmzekirin û got, agahiyên ku rêveberiya xweser û ENKS'ê bi raya giştî re parve kirine hev nagirin. Kaya, got: "Loma nayê zanîn ka di civînê de li ser kîjan mijaran li hev kirine. Niha helwesteke ku her du aliyan li hev kiriye û wê hevdîtin bidomin heye. Lê bi min wisa tê hevdîtin di cihekî de asê bûne."      Kaya, bilêv kir ku helwesta ENKS'ê bi piranî li ser asasên "parvekirina herêmê" ye û helwesta partiyên din jî ew e ku ENKS bê herêmê, xebatên xwe bidomîne û heke bivê bi rêya hilbijartinê bi qasî rayên girtine bibe wxedî temsîliyet. Kaya, destnîşan kir ku lê belê ENKS xwe nade ber vê û li dijî helwesteke hilbiajrtinî ye. Kaya, got: "Li vira ne netewe-dewletek, rêveberiyeke li ser asasên neteweya demokratîk tê îcrakirin. Ji ber ku armanc tenê ne rêveberiyeke kurdan e, rêveberiyeke ku ereb jî di nav de bin. Fikara ENKS'ê ew e ku 'Hilbijartinek çêbibe wê kes dengê xwe nede me, wê bide we.' Loma li dijî hilbijartinê ye. Xaleke din jî, parvekirina herêmê ye. ENKS, rasterast doza hin herêman dike. Mesela Deriyê Sêmalka, Qantona Dêrikê. Dixwaze rêveberiya wir dewrî wan bê kirin. Ev mesele dibe sedema xitimandina nîqaşan."    Kaya, anî ziman ku mijareke din jî ku tê nîqaşkirin dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Cerablûs û Ezaz e û got, di vir de mijara tê nîqaşkirin jî "dagirkeriya Tirkiyeyê" ye. Kaya, diyar kir ku ENKS vê yekê qebûl nake û got, ENKS, Tirkiyeyê wekî "dagireker" nabîne û ji xwe di daxuyaniya xwe de jî behsa vê yekê nekiriye. Kaya, destnîşan kir ku mijareke girîng a din jî mijara Pêşmergeyên Roj e û got, di civînê de ev yek nebûye mijara rojevê lê belê ENKS dixwaze Pêşmergeyên Roj wekî hêzeke cuda ya leşkerî bîne herêmê. Kaya, anî ziman ku li hemberî vê helwesta rêveberiya xweser jî ew e ku Pêşmergeyên Roj daxilî nav hêza leşkerî ya heyî bibe. Kaya, destnîşan kir ku heger Pêşmergeyên Roj wekî hêzeke leşkerî ya cuda bên herêmê wê kurd winda bikin û îşaret bi mînak û tecrûbeyên heyî kir.    PEYAMA ÇAVÛŞOGLÛ YA JI BO ENKS'Ê    Kaya, anî ziman ku wisa xuyaye piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû wê ENKS li ser hincetên cuda hûr bibe û got: "Daxuyaniya Çavûşoglû hinekî bi derengî ket. A rast dihat payîn ku di destpêka hevdîtinan de Tirkiye helwesteke wiha nîşan bide. Tirkiye dibêje, 'Heke yekîtiyek çêbibe ê bike divê ez bim. Heger şereke hebe ê bidomîne divê ez bim.' Ji ber helwesta wê helwesteke ku kurdan wekî milkê xwe dibîne; hewl dide tevgera kurd a derî înîsyatîfa xwe bieciqîne. Li Rojavayê pergaleke derî vîna Tirkiyeyê pêk hat. Tirkiye ji ber vê pir nerihet e. Di warê leşkerî de di bin navê Pêşmergeyên Roj de berhev kirin, bi salan e bi hezaran mirovî xwedî dikin lê nikarin wan li cihekî jî bi kar bînin. Kî mesrefê wan dide, Tirkiye. Li Stenbolê gelek rêvebirên ENKS'ê hene. Yek ji van jî Fûat Elîko ye. Ebdulhekîm Beşer li wir e. Mesrefê wan gelek e. Ev ji ku tê? Ji tehsîlata veşarî ya Tirkiye û Erdogan. Bi van hevdîtinên yekîtiya neteweyî re dibe ku ENKS ji bin kontrola Tirkiyeyê derkeve. Wê Tirkiye nikaribe wekî berê ENKS'ê kontrol bike. Loma ji roja roj de Tirkiye nerihet e. Daxuyaniya Çavûşoglû jî noqteya dawî ya vê yekê bû. Peyamek dan ENSK'ê û jê re gotin, 'helwesta xwe diyar bike.'"    REWŞA ENKS'Ê?   Kaya, destnîşan kir ku bi hevdîtinên yekîtiya neteweyî re ENKS jî di nav wxe de bûye du hêl û got, helwesta nûnerên ENKS'ê yên li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê daxilî nav siyaseta herêmê bibin, lê belê helwesta ên li Tirkiyeyê jî, kesên mîna Fûat Elîko, ew e ku ligel Tirkiye û komên ku ji wan re dibêjin muxalefeta Sûriyeyê re hereket bikin.    Kaya, got: "Ji xeynî daxuyaniya Çavûşoglû, bi navbeynkariya DYA û Fransayê re jî hat redareye wiha ku mecbûr e biryara xwe bide. Wê ligel Tirkiyeyê hereket bike an di nav yekîtiya kurd de cih bigire? Mecbûr e êdî biryarekê bide û helwesta xwe zelal bike."    WÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI SER BIKEVE?    Kaya, destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî tenê ne girêdayî leihevkirina partiyên li herêma xweser e û got, dibe ku li ber çavan navbeynkariya DYA û Fransayê xuya bike lê belê hesab û kitabên dewletê herêmê hemûyan heye. Kaya, bibîr xist ku di sala 2013'an di dem Pêvajoya Çareseriya Demokratîk de ku bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiribû yekîtiya neteweyî pêk nehatibû lê ji bo yekîtiyê atmosfereke pir girîng çêbibû. Kaya, got: "Hesab û itabên PDK'ê cuda bûn. Hesabê partiyên din cuda bûn. Xala ku li ser li hev netaiye kirin Rojava ye. Tê nîqaşkirin ku divê li Rojavayê yekîtî çêbibe lê gava mirov rabe partiyên siyasî yên herêmên din derî vê bihêle wê yekîtî ne pêkan be. Ji xwe ji bo hevdîtinên li vira ENKS jî heftê carek diçe hevdîtinê bi PDK'ê re çêdike ku fikrê wê bigire. Yanî PDK di nav vî îşî de ye. Yanî heger li heger li perçên din jî yekîtiya neteweyî neyê çêkirin an jî lihevkirinek çênebe wê li Rojavayê jî ne mumkun be."    Herî dawî Kaya bal kişand ser rewşa Başûr jî û got: "Siyaseta Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, ya li Sûriyeyê û ya li Lîbyayê heman siyaset e. Siyaseta berbelavbûnê ye. Siyaseta dagirkirinê ye. Her hefte wekî hinceta wê cda be nîşan dide, lê ne wisa ye. Ji xwe ev yek li Lîbya û Sûriyeyê pir zelal dixuyê. Tirkiye û PDK'ê hema bêje çarenûsa xwe kirine yek. Lê ev tercîhek e, ne emcbûriyet e. Heger PDK ligel kurdan cih bigire wê kurd hemû bi ser bikevin, lê ligel Tirkiyeyê cih bigire w Nêçîrvan Barzanî û malbara Barzanî qezenc bike, wê gelê kurd qezenc neke."    MA / Ahmet Kanbal