Li Cizîrê nexweşxane tije bûye 2020-06-24 09:11:35   ŞIRNEX - Li Cizîrê hingî kes bi şewbê ketine li nexweşxaneyê cih nemaye. Her wiha piştî 4 karmendên PTT'ya bajêr bi şewbê ketin PTT hat girtin.    Li Cizîra Şirnexê hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê dikevin zêde dibe. Li bajêr heya niha zêdeyî 200 xanî hatine karantînakirin û ji ber gelek bi şewbê ketine li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê cih emaye.    Her wiha Şaxa PTT'ê ya li ser Kolana Nisêbînê jî hat girtin. Tê gotin ji ber ku 4 karmendên wê bi şewbê ketine hatiye girtin. Nayê zanîn wê kengî bê vekirin.