Derbarê wan de tiştek nû nedîtin, şahiyên 8 sal berê ji wan pirsîn 2020-06-24 10:27:26   MÊRSÎN – Li Mêrsînê di mehek dawî de 14 kes ji ber şahî û çalakiyên di navbera 2013 û 2016’an de hatine lidarxistin hatin binçavkirin û berdan. Hunermend Kadîr Çat got xebatên wî yên hunerî wek sûc hatine dîtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê birêvebirin, di mehek dawî de 14 kes hatin binçavkirin û piştî îfadeyên wan hatin girtin dadgehê ew berdan. Hunermend Kadîr Çat, Alî Bîlen, Sohbet Aslan a ducanî û ji lingê xwe astengdar, Îlhan Yukkol ê ji sedî 73 astengdarê zîhnî û fizîkî ye û pirsgirêkên wî derûnî hene, Hebûn Yuksekbag, Dîlan Demîr, Bêrîtan Adiguzel, Cejna Sarûhan û 6 kesên din ku tevî têkiliya wan nîne jî derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.    'XEBATA BI DESTÛR KIRINE SÛC’    Derbarê 14 kesan de beşdariya wan a çalakî û şahiyên di navbera 2013 û 2016’an de wek sûc hatiye dîtin û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatine tewanbarkirin. Dozgeriyê biryara sînorkirinê danî ser dosyeya van kesan. Lêpirsîna dozgeriyê hêj didome. Ev kes li dadgehê bi biryara kontrola edlî tên berdan.    Yek ji van kesên hat binçavkirin û berdan jî hunermend Kadîr Çat e. Di lêpirsînê de xebatên hunerî yên Kadîr Çat wek sûc hatiye dîtin. Ji Çat pirsên wek “Di wê serdemê de te li NÇM’ê xebat birêve birin?”, “Hûn çûne Kobanê?” hatine pirsîn. Hunermend Kadîr Çat anî ziman ku ew û komek hunermend bi destûra Qeymeqamiya Pirsûsê çûne serdana Kobanê û hatine û piştî hatine li ber Navenda Çandê ya Amara bi daholê wêne kişandine û ev wêne di binçavan de ji wî hatiye pirsîn. Xebatên hunerî û wêne wek delîlê sûc hatine dîtin û bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” pirs ji Çat hatine kirin.    ‘EM Ê DEST JI STRANÊN AZADIYÊ BERNEDIN’    Kadîr Çat anî ziman ku piştî ji ber konser û xebatên wî hunerî lêpirsîn derbarê wî de hatiye destpêkirin û ew bi parvekirina wêneyan hatine tewanbarkirin. Çat diyar kir ku ew ê wek hunermend û rewşenbîran dê dest ji aştiya welat bernedin û got: “Wê huner bêdeng nebe. Em li ku dibin bila bibin, em ê stranên xwe yên aştiyê û azadiyê bînin ziman.”