Îdiaya kesek li Sûrê întîhar kiriye 2020-06-24 11:43:52   AMED – Hat îdiakirin ku ciwanek li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê întîhar kiriye.    Li taxa Îskenderpaşa ya girêdayî navçeya Sûra Amedê hat îdiakirin ku welatiyê bi navê Abdullah ê 25 salî paşnavê wî nehat zanîn întîhar kiriye. Welatî li ber mala wan kom bûn û agahî dan komên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê. Cenazeyê welatî ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Polîsan li cihê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.