Li Heftanînê şer dijwar dibe 2020-06-24 11:56:58   ŞIRNEX – Li herêma Heftanînê operasyona eskerî û bombebaran didome. Her ku diçe şer dijwar dibe û dengê bombebaranê û çekan ji gundên ser sînor tê bihîstin.    Operasyona eskerî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku di 17’ê hezîranê de li dijî Herêma Federa ya Kurdistanê daye destpêkirin li devera Heftanînê didome. Li gundên girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê li ser sînor ku nêzî cihê şer in liv û tevgera hewayî didome. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku balafirên şer ên TSK’ê duh bi şev li ser xeta sînor bombebaranê pêk anîne.    ESKER TÊN SEWQKIRIN    Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku sê roj berê bi helîkoptêran esker sewqî baregeha eskerî yên herêma Kopkî, Girê Gofkê û Qûreşîn ên di navbera Heftanîn û Qilebanê de hatine kirin. Her wiha hat gotin cerdevan beşdarî operasyonê nehatine kirin.    Hat ragihandin dengê bombebaranê û çekên li qada şer li gundên ser xeta sînor tên bihîstin.    HERIKÎNA NÛÇEYAN HAT SEKINANDIN    Balkêş e ku medya navendî ya Tirkiyê di rojên ewil ên operasyonê de ku nûçeyên lezgîn çêdikirin di van rojên dawî de herikîna serwîskirina nûçeyan sekinandin.    Tê gotin di şerê li ser xeta sînorê Heftanînê gelek esker hatine kuştin. Piştî vê agahiyê kuştina eskeran Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û fermandarên eskeran çûn Şirnexê û hin hevdîtinan kirin.