STJ: Zexîreyên talan kirin anîn Tirkiyeyê 2020-06-24 12:56:45   ENQERE – Sûriyeyên ji bo Edalet û Heqiqetdê (STJ), diyar kir ku SMO ya ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û komên selefî li Serêkaniyê û Girî Sipê 12 silo zexîre talan û wêran kirine û bi rêya Ofîsa Berhemên Axê (TMO) anîne Tirkiyeyê.    Rêxistina Sûriyeyên ji bo Edalet û Heqiqetdê (STJ), di rapora "Piştî operasyona Kaniya Aştiyê bi hezaran ton zexîre wekî 'Ganîmeta şer' desteser kirin" de diyar kirin ku SMO ya ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û komên selefî li Serêkaniyê û Girî Sipê 12 silo zexîre talan û wêran kirine û bi rêya Ofîsa Berhemên Axê (TMO) anîne Tirkiyeyê. STJ'ê anî ziman ku SMO û komên selefî piştî operasyona "Kaniya Aştiyê da destpêkirin, siloyên zexîre (depoyên zexîre) talan û wêran kirine û wiha got: "Sîlo(depo) yên ku desteser kirin, bi rêya Şîrketa Sanabal a ji aliyê Eniya Şamê ve hatiye avakirin, kişandin Tirkiyeyê û bi rêya Ofîsa Berhemên Axê (TMO) firotin Tirkiyeyê. Di vê têkiliyê de xebatên bazirganên Tirk ew şopandin.    180 HEZAR KES JI CIH Û WARÊN XWE BÛN   STJ'ê di raporê de anî ziman ku Tirkiye piştî Herêma Sûriyeya Rojhilat û Bakur dagir kir, koçberiyek bi zorê pêş ket û wiha got: "Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di nava 2 hefteyên operasyonê de piranî zarok û jin nêzî 180 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirin. 10 hezar kesan koçî Kurdistana li Iraqê kir. Bi dagirkeriya Tirkiye Artêşa Sûriye piraniya axa Sûriye xist bin kontrola xwe."      STJ'ê da zanîn ku komên selefî û SMO yên girêdayî Tirkiyeyê piştî dagirkeriyê 12 Sîlo (depo) yên zexîre talan û wêran kirine û bi rêya TMO anîne Tirkiyeyê.    20 HEZAR TON CEH TALAN KIRIN   Ofîsa Berhemên Axê (TMO) tenê di "Operasyona Kaniya Aştiyê" de cehê herêmê kişandin Tirkiyeyê. Li gorî raporê TMO'yê di 9'ê Çileya 2020'an de 20 hezar top ceh kişandin Tirkiyeyê. Koalisyona Neteweyî ya Suriye û Hikûmetea Demkî di daxuyaniya 9'ê Çileya 2020'an de got ‘Tê xuyakirin ku Tirkiye destûr daye ku ji bajarê Tel Abyad ê Sûriyeyê ceh îthal bikin û xwestiye serê tona cehê baş hezar û 100 TL  bidin.      TMO DU ŞAX VEKIRIN   STJ'ê di raporê de anî ziman ku piştî Tirkiye li herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê 2 operasyon kirin, du şaxên TMO li herêmê vekir û wiha lê zêde kir: "Li gorî vê yekê ji herêmê ku SMO yên girêdayî Tirkiyeyê têne kontrolkirni ve testûr hatiye dayîn ku zexîreyê hatiye talankirin bistînin. Ji bo vê yekê jî destûr daye ku TMO li herêma operasyonên Mertalên Firatê û Kaniya Aştiyê 2 Şaxan veke."