DBP û KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kirin 2020-06-24 13:30:34   AMED – DBP û KCD'ê, derbarê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê ku 3 jin têde jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniyên nivîskî weşandin û êrîşê şermezar kirin.    Duh di saetên êvarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî gundekî bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk hatibû û di encama êrîşê de 3 jinên kurd jiyana xwe ji dest dabûn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kngreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê êrîşê de daxuyaniyên nivîskî weşandin û êrîşî şermezar kirin.    DÎKTATOR JINÊN KURD DIKIN HEDEF   DBP’ê di daxuyaniya xwe de jinên kurd ên ku beriya niha di êrîşên Tirkiyeyê de hatibûn kuştin bi bîr xist û destnîşan kir ku jinên kurd di êrîşan de hedef tên girtin û ev tişt got: “Kesên ku bi ser jinên kurd de êrîşî Şoreşa Kobanê dikin û jinan terorîze dikin divê zanibin ku dîktator in. Wê berxwedana jinên kurd ji b ovan dîktatoran dê bibe bersiv. Em jinên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin û ji bo ku xeyalên wan şîn bibib em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   DIJMINAHIYA BÛYE PIRSGIRÊKA ESASÎ   KCD’ê jî di daxuyaniya xwe de êrîşên ku beriya çend rojan li dijî başûrê Kurdistanê pêk hatibûn bi bîr xist û diyar kir ku dijminahiya gelê kurd û jinan bûye pirsgirêka esasî ya desthilatdariyê û wiha got: “Desthilatdarî her ku van êrîşan bidomîne dê winda bike. Divê gelên me texlî şerê ku desthilatdar dixwaze di navbera gelan derxe nebin. Ligel ku desthilatdarî dizane pirsgirêka Kurd bi şer û polîtîkayên pêkûtiyan çareser nabe û fêdeya civakê tê de tuneye jî ji bo berjewendiyê xwe û di şer de israr dike. Em êrîşê şermezarê dikin.”