Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 492 pêketî, 24 mirî 2020-06-24 20:15:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 24 eksên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 492 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 24 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 492 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 191 hezar û 657 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 25.