Li 21 siyasetmedarên kurd 148 sal ceza hat birîn 2020-06-24 21:47:50   MÊRDÎN – Hevşaredarên Qoser û Artûklûyê jî di nav de ji 50 kesên di bin navê "Doza KCK'ê" de dihatin darizandin de li 21 siyasetmedarî 148 sal û 3 meh ceza hat birîn.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di sala 2009'an de di bin navê "KCK"ê de der barê 50 siyasetmedarên kurd de lêpirsînek dabû detspêkirin. Piştî lêpirsînê di sala 2014'an de der barê her 50 kesî de doz hat vekirin. Îor danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê pêk hat. Di danişîan ku ne parêzer ne jî kesên tên darizandin beşdarbûn de li 21 siyasetmedarî bi giştî 148 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Abdulazîz Bîlgîn, Gulten Yildiz, Mehmet Dogan,  Adîl Başaran, Alî Ozkan û Abdullah Akîkol 8 sal; li Cemal Veske, Emîne Damar, Kemal Kaçmaz, Ridvan Tarhan, Sadat Îlek, Sadiye Aslan, Selahattîn Aydogdû, Şukran Koyûncû, Atiye Aydin û Bedîî Îçen û li Hevşaredara Artûklûyê ya berê Sevînç Bozanê 6 sal û 3 meh; li Hevşaredara Qoserê ya berê Leyla Salman û Orhan Ablak û Tarik Acay 7 sal û 6 meh û li Mehmet Tarhan jî 9 sal ceza birî.    Her wiha dadgehê der barê Mehmet Nezîr Akaalp, Naîme Akin, Ronayî Avci, Tahîr Cebe, Veysî Parildi, Ayhan Dogan, Ayşe Şîmdî, Ceylan Yalçin, Gulcîhan Gultekîn û Huznî Agirman de biryara beraatê da û der barê Abdulcabbar Sûn û Feyza Aksoy û Mehmet Reşît Kaplan de jî ji ber ku dosyeyine wan î din jî encama dosyeya wan da sekinandin. Dadgehê der barê dosyeya Mehmet Remzî Tanrikûlû, Orhan Gumuş, Ayşe Toprak û Davût Yarici de jî biryara veqetandina dosyeya wan da û der barê dosyeya Şeyh Davût Arkadaş û Tahîr Adal de jî biryara tefrîkkirina dosyeya wan da.