ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-25 09:00:44         * Serokê Giştî yê PDK-T'ê Mehmet Emîn Kardaş, xwest rêxistin û hêzên Kurdan berî her tiştî li dijî êrîşên Tirkiyê aşitiya navxweyî xurt bikin û bibin yek û got: "Eger Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statu."    * Ava ku Li Çiyayê Cudî diherike ji ber kanên komirê yên ku nayê tehliyekirin dibe sedemên  zirara xwezayê.    * Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Bariş Yavûz, anî ziman ku bi qanûna notirvaniyê re çîneke bêperwerde ya ku dê azadiya kesan, qedexeya îşkenceyê û mafê jiyanê bin pê bike hatiye afirandin.    * Vokalê Kazim Koyûncû Harûn Topaloglû ji bo Koyûncû got: "Ji herêma me fikra em dikarin ji cîhanê re bistrên û muzîkê bikin niçiland."    * Şaredariya Qersê ji bo piştevaniya di nav civakê de xurt bike, bi rêya Mexazeya Piştevaniyê ya Civakiyî di nav mehekê de ji bo 150 kesî kinc peyda kirin.    * 303 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vegerin ser karê xwe 3 caran ketibûn mulaqatê, lê belê her sê caran jî ji wan re gotibûn "hûn bi ser neketine." Piştî vê karkeran cara çaran serî li darazê da.   * Serokê Baroya Êlihê yê Berê Ahmet Sevîm, diyar kir ku ger pergala pir Baroyî bê avakirin û li her bajarekî gelek baro bê avakirin dê edalet bêtir lawaz bibe û hem baro û hem jî îqtîdar dê têk biçin.  * Jinên li Dersimê, di “Kooperatîfa Jinan a Zembul” de kom bûn, hem bi hilberîna dikin keda xwe dîtbar dikin û hem jî çanda xwe didi jiyîn.    * Danişîna doza qezaya trênê ya li Çorlûyê di tîrmeha 2018'an de pêk hat dê li Dadgeha Çorlûyê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 6 rojnamegerên ji e-maîlên Wezîrê Xezînê û Maliyê Berat Albayrak ne girtî tên darizandin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)   * Danişîna doza rojnameger Sabîha Temîzkan dê li Dadgeha Stenbolê were lidarxistin. (10.25)   * Nobeta parêzer Dîdem Baydar Unsal a ji bo piştevaniya parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi boneya "darizandina adilane" di rojiya mirinê de ne dê bidomîne. (13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê dê bi sernavê "Hevserokatî xeta me ya mor e" li Kadikoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (19.00)   * Rêxistinên Tenduristiyê yên Amedê dê ji bo hemşîreya xwe li Nexweşxaneya Fakûlteya Dîcleyê întîhar kir li hewşa nexweşxaneyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)