Wêneyê 7 sal berê kirin sedema girtinê 2020-06-25 10:43:54   EDENE - Dadgeha Edeneyê ji 17 kesên hatibûn binçavkirin 12 kes bi îdeaya dema zarok bûn "kevir avêtine" girtin û şandin hepsê. Parêzera wan Yasemin Dora Şeker, diyar kir wêneyê 7 sal berê hatiye kişandin nû lêpirsîn dikin û girtina wan li dijî hiqûqê ye.    Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de 17 kes hatin binçavkirin. Polîsan li ser fermana dozgeriyê bi îdeaya "dema zarok bûn kevir avêtine" binçav kirin û  piştî lêpirsînê sewqî dadgehê kirin. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê 12 kes girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Heyeta dadgehê bi hinceta di salên 2011 û 2014'an de wêne û dîmenên wan di çalakiyan de heye û tev li çalakiyan bûye û bi bi sucdariya “Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistine" û “Endamtiya rêxistinê" 12 kes girtin û şandin girtîgehê.    Nûnera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Herêma Akdenizê Prz. Yasemin Dora Şeker, girtina 12 kesan nirxand û got: "Di operasyona 6'ê Hezîranê de muwekilên min B.A. û C.B. jî di navde 10 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina muwekilên min B.A. û C.B. îdeaya 6 - 7 sal berê di çalakiyên civakî de kevir avêtine maşîna polîsan. Le di dîroka qala wê tê kirin de muwekilê min tev li çalakiyê nebûye. Kesên tê îdeakirin ku di wêne de hatiye tespîtkirin ne ew e. Muwekilên min sucdariya der barê xwe re red kirin. Lêbirssîna der barê bûyerek 7 sal berê de nû bê kirin li dijî heq û hiqûqê ye. Karê tespîta wêne şaş hatiye kirin. Dîsa Dadgeha Cezayê Sulhê li dijî hiqûqê biryar daye. Li ser îtîrazara girêdayî naveroka rapora Komîsyona Venedikê ya sala 2016'an muvekkîlê min hat berdan.    Şeker, anî ziman ku 6-7 sal berê muwekilên min 14 - 15 salî bûn. Ji bo 6-7 sal berê der barê muwekilê min de lêpirsîn tê vekirin. Ji bo sûc hebe, divê krîterê suc ji aliyê dadgehê ve bê pênasekirin. Heta niha çima ev wêne di dosyayê de hiştin û hêj nû derdixin pêşberî me. Eger li gorî pêşketinên siyasî wêneyan ji refên edliyê daxe û lêpirsînê bidin destpêkirin ev ne li gorî heq, hiqûq û edaletê ye. Li welat çalakî bê destûr bên lidarxistin jî li gorî zagonên Destûra Bingehîn mafekî xwezayî ye. Divê êdî bê niqaşkirin mafê xwepêşandan û civînan tê astengkirin ya nayê astengkirin. Divê têkildarî vê yekê Peymana der barê Mafê Zarokan ên Neteweyên Yekbûyî, (BMÇHS) li ber çavan bê girtin.    MA / Hamdullah Kesen