Bedîa Menteşe çima întîhar kir? 2020-06-25 11:07:12 AMED – Bedîa Menteşe ya li nexweşxaneyê hemşîre bû û întîhar kir hevjînê wê jî li heman nexweşxaneyê xebatkarê tenduristiyê ye. Zarokek 2 salî li pey wê ma. Hat zanîn ku ev demek bû Menteşe dixwest derkeve destûrê.  Xebatkara tenduristiyê ango hemşîre Bedîa Menteşe duh li qata şeşemîn a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwe avêt xwarê û jiyana xwe ji dest dabû. Xebatkarên tenduristiyê dan zanîn ku beriya bûyerê Menteşe gotiye “Êdî sebra min nemaye. Pir westiyame. Dixwazin bêhna xwe berdim” û xwestiye derkeve destûrê. Menteşe li beşa Hematolojî dixebitî û wê şevê li nobetê maye. Serê sibehê saet li derdora 05.00’an xwe li qata şeşemîn avêtiye. Xizmê nexweşek bûyerê ferq dike û hewar dike.    JI BAVÊ XWE RE NAME NIVÎSANDIYE    Li pey Menteşe zarokek 2 salî ma û hevjînê wê jî li heman nexweşxaneyê xebatkarê tenduristiyê ye. Ji ber testa koronayê yê hevjînê wê pozîtîf derketiye di karantînayê de ye. Hat zanîn ku ev meheke Menteşe hevjînê xwe nedîtiye û kes tune bûye li zarok binêre û ji ber vê yekê pirsgirêk lê der bûne. Menteşe beriya întîhar bike nameyek dinivîsîne û dixwaze bigihîje bavê wê. Lê polîs di çarçoveya lêpirsînê de dest danî ser nameyê.    ŞERT Û MERCÊN NEBAŞ VÊ ENCAMÊ DERDIXE    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de xebatkarên tenduristiyê bi pirsgirêkan re rûbirû mane û ya ku Menteşe jî biriye nava întîharê encama vê yekê ye. Guldîken da zanîn ku şert û mercên xebatkarên tenduristiyê nebaş e û ev yek dibin sedema gelek tiştên neyînî ku xebatkar pê re rûbirû bimînin. Guldîken diyar kir ku di bûyera Menteşe de kêmasiya ewlehiyê jî heye. Guldîken anî ziman ku pêwîste demildest şert û mercên xebatê ya nexweşxaneyan ji nûve were plankirin û pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê gavek berî gavekî were çareserkirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel