Hesen: Jinên xeyalên Tirkiyeyê asteng kirin di hedefê de ne 2020-06-25 11:29:15 KOBANÊ - Hevserokê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen, derbarê êrîşa SÎHA’yê ya 3 jinan tê de jiyana xwe ji dest dan de wiha got: “Jinên ku li Kobanê têkoşiyan, ji bo tevahiya cîhanê bûn mînak. Jinên xeyalên Tirkiyeyê asteng kirin, îro di hedefe dene.” Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Balafirên Biçek ên bê Mirov (SÎHA) yên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) duh Kantona Kobanê kir hedef û 3 jinan di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da. Gelê herêmê li dijî êrîşên Tirkiyeyê dest bi raperînê kirin û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên meş û şermezarkirinê hatin lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen têkildarî êrîşa li dijî gundê Helîncê ya Kobanê axivî û diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze tola DAIŞ’ê ya li Kobanê têk çû bigire. Hesen, anî ziman ku hêzên navneteweyî bi bêdengbûyîna xwe hevkariya van êrîşan dike.    HEDEFGIRTINA JINAN   Hesen, 3 jinên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û wiha axivî: “Gelek wateyên vê êrîşî hene. Ciha û demê êrîşê pir manîdare. Di şexsê jinan de gelê kurd hedef digirin. Ne tenê Kobanê, hemû deverên kurd lê dijîn, dibin êrîşan dene. Îro Başûrê Kurdistanê jî di hedefê deye. Di êrîşên li Başûr de gelek sivîl hatin kuştin. Çiya şewitandin û wêran kirin. Gel ji gund û warên wan kirin. Hemû kes vê yekê dibîne. Lê çavên xwe jê re digirin. Duh jî êrîşî gundê Helîncê ya Kobanê kirin. Ev êrîş li dijî jinên Kobanî pêk anîn. Ev jin din ava gel de dihat naskirin. Hedef girtina jinan xwedî wate û girîngiyek mezine. Jinên Kobanê DAIŞ’iyên li ser destên xwe digirtin têk birin. Ev di qirika Erdogan de ma. Gelo li Kobanê kî DAIŞ têk bir. Bêguman hevalên me yên jin ev bi ser xistin. Hemû kes vê dizanîn. Jinan pêşengtiya vê şoreşê û şerê Kobanê kirin. Bi vê têkoşîna xwe li tevahiya cîhanê bûn mînak û di heman demê de xeyalên Tirkiyeyê asteng kirin. Ji ber vê îro jinan dike hedef. 3 hevalên me yên jin qetil kirin. Mirovên sivîl di malên wan de bombebaran kirin. Dixwazin li Kobanê tola DAIŞ’ê rakin. Ger ji destê wan bê wê hîn zêdetir bikin.”   HÊZÊN NAVNETEWYÎ ‘HEVKARIN’   Hesen, anî ziman ku piştî peymana di navbera Rûsya û rejîma Sûriyeyê hat êrêkirin, Tirkiyeyê heya niha êrîşan ne kiribû û wiha got: “Li gorî peymanê divê hêzên leşkerî 30 kîlometere dûrî sînor bikevin. Berpirsiyartiya vê jî Rûsyayê girt ser xwe. Heya niha em li gorî vê peymanê tevgeriyan. Balafirên Tirkiyeyê bêyî agahiya Rûsyayê nikare Kobanê bombebaran bike. Wisan xuya dike ku, di navbera Rûsya, Tirkiye û DYA’yê de hevpeymanek heye. Dixwazin bi suîkastan çavên gel bitirsîn in. Hewl didin pêşiya rola jinan girtiye ser mile xwe bigirin. Erdogana ku berî 5 salan Kobanê ji bo wî bûye dert, cardin dixwaze bixe hedefa xwe. Hewl dide wê plana xwe temam bike. DYA û Rûsya jî bi bêdeng mayînên xwe dibin hevkarê van êrîşan. Em dikarin bêjin agahiya Rûsyayê ji van êrîşan heye.”   ‘DIVÊ DYA Û RÛSYA XWE ZELAL BIKIN’   Hesen, dest  nîşan kir ku divê DYA û Rûsya helwesta xwe ya li hemberî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal bikin û wiha bertek nîşan da: “Ger hûn li vê herêmê cih digirin û berpirsiyartiyê digirin ser xwe, wê demê divê hûn peywira xwe jî bi cih bînin. Ger hûn vê yekê nakin jî, wê demê hûn hevkarên van êrîşane. Divê hemû cîhan êrîşan li ser me bibînin û li gorî vê helwesta xwe diyar bikin. Di van êrîşan de hedef tenê Kobanê ye, hemû gelê kurde. Ji ber vê divê em yeketiya xwe ava bikin û nirxên xwe biparêzin. Em li ku derê dibin bila bibin, divê em axa xwe bi parêzin.”    MA / Nazim Daştan