KBDH: Kobanê girêkek di qirika dewleta dagirker de maye 2020-06-25 11:31:56 NAVENDA NÛÇEYAN - KBDH'ê kuştina 3 jinên kurd ku di 23'ê hezîranê de li gundê Helincê yê Kobanê ji aliyê SÎHA ve pêk hat şermezar kir û got: "Kobanê girêkeke ku di ber dewleta faşîst a dagirker de maye. Berxwedan û serketina Kobanê serdemeke diyarker e ku planên bi rêya DAÎŞ'ê li ser herêmê hatin kirin, lê hatin pûçkirin."  Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) têkildarî kuştina 3 jinên kurd ên li Gundê Helînce yê Kobanê, daxuyaniyek weşand. KBDH'ê di daxuyaniyê de êrîş şermezar kir û wiha got: "Kobanê girêkeke ku di ber dewleta faşîst a dagirker de maye. Berxwedan û serketina Kobanê serdemeke diyarker e ku planên bi rêya DAÎŞ'ê li ser herêmê hatin kirin, lê hatin pûçkirin. Di serketina vê yekê de jinan li refên herî pêş cihê xwe girtin. Li gel ruhê fedayî yê ku di şer de bi Arîn Mîrkan re bû sembol, rûyê jinê yê şoreşê li her qada jiyanê derkete pêş, diyarker bû."   KBDH'ê anî ziman ku endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel ê ku rengê xwe da vê şoreşê, tevî du jinên li gel xwe, ji aliyê Tirkiyeyê ve 23'ê Hezîranê li Kobanê bi balafirên keşfê hatin bombekirin û qetilkirin û wiha cih da daxuyaniyê: "Mîna Hevrîn Xelef, Zehra Berkel jî yek ji wan jinan bû ku li Rojava şoreşa jinê pêk anî. Kongreya Star rêxistina jinê ya ku hîmê jinan ê şoreşê bi rengekî civakî bi rêxistin kiriye. Ji aboriyê heta siyasetê; ji tenduristî, perwerde, rêxistinên civakî yên mîna komunê heta xweparastinê, ji medyayê heta çand û hunerê jin li her qadê bi rêxistin kiriye. Dewleta Tirk a faşîst dagirker di şexsê Zehra Berkel de hem xwe li diyarkirina çarenûsa gelê Kurd ranegirtiye, hem jî êriş biriye ser jiyana jina a ku li ser bingeha mafên wekhev û azad dihûnin."     'ASTA AZADIYA JINÊ PÎVANA AZADIYA GIŞTÎ YE'    KBHD'ê da zanîn ku dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' ew dirûşm e, ku Şoreşa Rojava bi rengê herî baş vedibêje û wiha lê zêde kir: "Asta azadiyê ya jinê pîvana xwezayî ya asta azadiyê ya giştî ye. Li aliyekî dewleteke welê heye, ku kujerên jinan, kesên dest diavêje jin û zarokan diparêze, dijminatiyê li jinan dike û bi danheviya paşverûtiya xwe ya dîrokî êrişên xwe zêde dike; li aliyê din jî Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurd heye, ku wekheviya zayendî, temsîliyeta wekhev ji xwe re dike esas û hewl dide vê yekê li her qada jiyanê bi rêxistin bike. Li aliyekî dewleta Tirk a faşîst dagirker, ku li hundir û derve hewl dide bi konsepta şer bi pêş ve biçe; li aliyê din jî Şoreşa Rojava ku li ser bingeha mafên wekhev û azad ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya demokratîk diparêze, li ser komun û meclîsan dixwaze gel xwe bi xwe bi rê ve bibe, jin l iher qada jiyanê bi rengekî wekhev bê temsîlkirin. Bi kurtasî du dinyayên cuda, du hêzên cuda hene ku li ber hev radibin."    KBHD'ê herî dawî xwest li refên wan kes û hêzan cih negirin û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Yên ku hewl didin bi zext, zor, tundî, êşkence û destavêtinê li nava sînorên 'maqûl' ên sîstema kapîtalîst a serweriya mêr bihêle, me tune dihesibîne û qetil dike. Divê em li nava refên têkoşîna azadiyê û şoreşê cih bigirin. Ji bo em hêrsa xwe ya li dijî kuştina jinan ku veguheriye qirkirina zayendî nîşan bidin, ji bo em hesabê her jineke hatiye kuştin bipirsin;   Ji bo em têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk a faşîst dagirker bikin yek, ku vê dewletê bi polîtîkaya şerê taybet ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz, Sêvê, Hevrîn Xelef û Zehra Berkel qetil kir û dixwaze gelê Kurd qir bike, Ji bo em polîtîkayên dagirkeriyê û dijminatiya li jinê pûç bikin. Ji bo em roja xwe û paşeroja xwe bi rêxistin bikin, ji bo em biryarên xwe bi xwe bidin,   Em di nava Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan xwe bi rêxistin bikin. Ne ji bo 'odeyeke xwe' ji bo cîhaneke xwe, em têkoşînê mezin bikin."