Li Girtîgeha Mêrdînê girtî li dijî binpêkirinên mafan ketin greva birçîbûnê 2020-06-25 12:07:27 MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, 3 jinên girtî li dijî binpêkirinên mafan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, jinên girtî ên bi navê Elîf Denîz, Ronahî Sirdaş û Melek Evren li dijî binpêkirinên mafan ku zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyan, ragihand ku li dijî ferzkirina jimartina li ser piya ya midurê girtîgehê, cezayên hucreyan û binpêkirinên mafan, deest bi grevaê kirine û heta ku encam bigirin jî dê greva xwe bidomînin.