'Li Tirkiye mirov têne revandin' 2020-06-25 13:17:27 ENQERE – Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, bertek nîşanî pêşnûmaya têkildarî “Lêpirsîna ewlehiyê" ku da û got: “AKP li dijî Destûra Bingehîn şer dike. Li Tirkiye mirov têne revandin û îşkence li wan tê kirin. Sabrî Kaya ji ber sersariyê hat kuştin."  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî pêşnûmaya "Lêpirsina Ewlehiyê" li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Gergerlioglu, anî ziman ku piştî di sala 2016'an de OHAL hat îlankirin, bûyerên revandinê û îşkenceyê zêde bû û wiha got: “Hûn çiqas ser îşkenceyê veşerin jî, dê rojekê ev îşkenceya hatiye kirin derkeve holê. îşkence her dem sûc e û dem di ser vî sûcî re nabore. Li şûna Torosên Sipî niha Transportên reş derketine holê. Li Tirkiyeyê mirov têne revandin û bi awayekî dijfermî îşkence li wan tê kirin. Wezîrê Karên Hundir der barê van kiryaran de tu daxuyaniyan nade. Ji bo min bûyerên girîng ên sala 2019'an mirov di nava rojê de dihatin revandin. Revandina mirovan ji bo her kesî bû rojeva sereke."    Gergerlîoglu, bal kişand ser kiryarên li girtîgehan jî û wiha got: “Mirov li girtîgehê gelek mexdûr dibin. Ez bang li dadgeha bilind dikim ku erka xwe pêk bîne. Li girtîgehê lijneya çavdêriyê bi awayekî keyfî destûrê nade kesên ku divê bên berdan. Mirov salekê zêde di girtîgehê de têne girtin.Ev biryar ne darazî ne. Ev biryarên revêberiyê ne."    LI GIRTÎGEHÊ MIROV DIBIN QURBAN    Gergerlîoglu, bal kişand ser rewşa Girtiyê Nexweş Sabri Kaya yê ji ber sersariyê, roja hat berdan û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bang kir ku Kaya berdin. Lê kesî ev bang li ber çavan negirt. Kaya ku diviya bû bê berdan ji ber sersariyê nehat berdan. Ligel nexweşiyên giran dîsa bernedan. Mirina kaya ne asayî ye. Sabri Kaya, di encama sersariyê de hat kuştin. Li Girtîgehan mirov dibin qurbanê cînayetan. Em pêşiya van cînayetan bernadin. Em ê heta dawî li mafê Sabrî Kaya bigerin."    Gergerlioglu, anî ziman ku li Komîsyana Karên Hundir hevditin didomin û wiha bi dawî kir: "Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a betalkirina Lêpirsîna Ewlehiyê heye. AKP li dijî Destûra bingehîn şer dike. Îqtîdara AKP'ê li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û vîna gel şer dike. Li gel ku Destûra Bingehîn diyar dike ku ev yek ne guncav e jî dîsa zagonan diguhere û bi ya xwe dike. Em de heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin. Em dozê didin gelê xwe ku emê destûrê nedin ku ev pêşnûnayê di meclîsê re derbas bibe."