Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin 2020-06-25 13:32:54 STENBOL – Daneşîna 6 rojnamegerên ku ji ber e-meîlên Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak ku ji aliyê Redhackê ve hatibûn weşandin, kiribûn nûçe tên darizandin, hat taloqkirin. Qedexeya derketina derveyî welat a derbarê rojnamegeran de nehat rakirin.   Daneşîna 9’emîn a rojnameger Omer Çelîk, Metîn Yoksû, Mahîr Kanat, Derya Okatan, Eray Sargin û Tûnca Ogreten ku ji ber e-meîlên Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak ku ji aliyê Redhackê ve hatibûn weşandin, kiribûn nûçe, derbarê wan de doz hatibû vekirin, hat dîtin. Daneşîn, li 29’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Çaglayanê ya Stenbolê hat dîtin û rojnameger Tûncay Ogreten, Mahîr KANAT, Eray Sargin û parêzerên wan Mehmet Alî Koç, Tûba Torûn, Elî Denîl Ceylan û Ozcan Kiliç tevlî bûn.    Piştî tespîtkirinma nasanmeyan daneşînê dest pê kir. Di daneşînê de dozger daxwaz kir ku xisûsên kêm bên derbaskirin û kontrola edlî ya derbarê bersûcan de bê berdewamkirin.   ‘DELÎL TUNEYE ROJNAMEGERÎ HEYE’    Rojnameger Tûnca Ogreten, bi van gotinan daxwaza rakirina biryara kontrola edlî ya derbarê xwe de kir: “17 sal in rojnamegeriyê dikim. Derneketina seyahetê bandor li min dike. Ez tevlî hemû daneşînan bûm. Ez di baweriyê de me ku beraet bikim. Heta ku beraet bikim jî dê tevlî hemû daneşînan bibim.”   Rojnameger Eray Sargin jî ev tişt got: “Li holê angaşt heye, delîl tuneye, 3 sal in edalet tuneye, beraeta xwe dixwazim.”   DAXWAZA RAKIRINA KONTROLA EDLÎ KIR   Parêzer Tûba Torûn jî wiha muwekîlê xwe parast: “Muwekîlê min rojnameger e, ji ber ku îhtîmal heye derkeve derveyî welat, em daxwaz dikin ku biryara kontrola edlî bê rakirin. Her wiha di dosyayê de rewşeke ku ev biryara derbarê muwekîlê min de bê dayîn jî tuneye. Ji ber vê sedemê em daxwaz dikin ku biryara kontrola edlî bê rakirin.”    ‘MUWEKÎLÊ MIN TÊ TACÎZKIRIN’    Parêzerê Yoksû Ozcan Kiliç jî wiha parastin kir: “Ji ber kontrola edlî muwekîlê min timik tê tacîzkirin. Ji ber vê sedemê daxwaz dikim ku qedexeya derketina derweyî welat a li ser muwekîlê min bê rakirin.”  Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina biryara kontrola edlî ya derbarê Oğreten û Yoksû de da û daneşînê taloqî 15’ê kanûnê kir.