Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya 2020-06-25 13:44:48   WAN - Li Wanê erdhej pêk hat. Navçeya Seravê ya Wanê bi hêza 5.4 pîle hejiya.    Li gorî daneyên Rasathaxaneya Qandîlli li Navçeya Seravê ya Wanê erdheja hêza wê 5.1 pêl pêk hat. Li gorî daneyên AFAD'ê jî erdhej bi hêza 5.4 pêlan pêk hat. Erdheja li Wanê ku navenda wê Serav bû, li gelek cihan hat hîskirin. Erdhej bû sedema tirsê. Welatî piştî erdhejê tevan xaniyên xwe terk kirin û derketin kolanê. Rayedaran diyar kirin ku tu kesan jiyana xwe ji dest nedaye.