‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’ 2020-06-25 15:27:56   STENBOL – Parêzer Dîdem Baydar Unsal a 79 hefte ne ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal “Nobeta Edaletê” digire got: “Her çi dibe bila bibe ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim.”    Parêzer Dîdem Baydar Unsal ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytal Unsal ên bi daxwaza “darizandina adilane” di girtîgehê de di rojiya mirinê de çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” didomîne. Baydar Unsal li ber Dadgeha Çagalayan Stenbolê di hefteya 79’emîn de çalakiya xwe domand. Nivîskar Temel Demîrer û Sîbel Ozbûdûn piştgirî dan Baydar Unsal. Di çalakiyê de dovîz û wêneyên Tîmtîk û Unsal hatin hildan. Dîdem Baydar Unsal di çalakiya xwe de anî ziman ku 79 hefte ne ew li ber Dadgeha Çaglayanê ji bo hevjînê xwe û hevpîşeya xwe azadiyê dixwaze û got: “Her çi dibe bila bibe ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim. Wê berxwedana me bi serkeftinê bi encam bibe.”    Pişt re nivîskar Temel Demîrer jî axivî û da zanîn ku ew di welatek bêedalet û bêhiqûq de dijîn û xwest parêzer bigihîjin azadiya xwe.    Nivîskar Sîbel Ozbûdûn jî destnîşan kir ku heke di darizandinê de edalet tune be navê vê yekê înfaz e.