Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine 2020-06-25 21:06:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro hezar û 458 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine. Her wiha 21 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 458 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 193 hezar û 115 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 46.