Hevşaredarên Awîskê girtin 2020-06-25 21:48:20   ÊLIH - Hevşaredarên Awîskê û xebatkarekî şaredariyê hatin girtin.    Li Êlihê di 22'yê Hezîranê de cendirmeyan avêtibû ser gin malan. Di avêtina ser malan de hevşaredarên Şaredariya Bajaroka Awîskê Hatîce Taş û Osman Karabûlût û xebatkarê şaredariyê Bayram Ozalp ê hatibûn binçavkirin, îro bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di operasyona ku 24 kes hatibûn binçavkirin de 14 kes duh hatibûn berdan û yê mayî jî îro sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 10 kesên îro sewqî dadgehê hatin kirin 7 kes jê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û hevşaredarên Awîskê Hatîce Taş û Osman Karabûlût û xebatkarê şaredariyê Bayram Ozalp hatin girtin.