Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe 2020-06-26 09:09:40   MÊRDÎN - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen, têkildarî êrîşa li dijî Kampa Mehmurê, xwest ku ji bo bûyerên hîn dilêş pêş nekevin her kes erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe û hestiyar nêzîk bibin.    Di rojên dawî de TSK êrîşên li dervê zînor zêde dike. Di 15'ê Hezîranê de TSK'ê bi balafirên şer Mexmûr û Şengal bombe kir. Di 23'ê Hezîranê de SÎHA yên girêdayî TSK'ê Kobanê bombe kir û 3 jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Dîsa balafirên şer Herêma Federe a Kurdistanê bombe dikin. Ji ber di demên dawî de êrîşên hewayî zêde dibin, 12 hezar welatiyên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi fikar in. Kampa Mexmûrê ji 17'ê Tîrmeha 2019'an heta niha di bin dorpêç û ambargoya Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê de ye. Têkildarî êrîşên dawî yên mi herêmê û li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakistan Bilen, helwesta partî, rêxistin û saziyên sivîl rexne kir.   LI SER GELÊ KURD ÊRÎŞÊN TOPYEKUN HENE    Bîlen, anî ziman ku êrîşên dawî ji hemû êrîşên berê bêtir bi berfirehî û plankirî ne û wiha got: "Hemwext êrîşî herêmên Mexmûr, Şengal û Qadên Parastina Medya kirin. Dibe ku di van êrîşan de kesî jiyana xwe ji dest neda. Lê êrîşek pir berfireh û bi plan bû. Bi hezaran welatiyên Mexmûrê ji ber zilma Tirkiyeyê koçî vir kirin. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zarokên me derûniya wan xera bûn. Di van êrişên hewayî de bax û baxçeyên gel talan û wêran dibin. Armanca van êrîşan ewe ku gelê Kurd tune bikin. Li ser gelê Kurd êrîşên topyekun heye."    KDP ÊRÎŞAN NABÎNE   Bîlen, destnîşan kir ku ev ne êrîşên ewil in û wiha got: "Rayedarên Tirkiyeyê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê êrîşên wan berdewam bikin. Piştî êrîşa li dijî Kampê êrîşî Şeladizê kirin. Li vir 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Armanca van êrîşan tunekirina gelê Kurd e. Heta niha ne hikûmeta Iraqê û ne jî Hikûmetea Herêma Federe ya Kurdistanê tu daxuyanî nedan. Bertekên xwe nîşanî van êrîşan nedan. Ev bêdengîya wan nîşan dide ku şirîkê Tirkiyeyê ne. Divê her kes berpirsiyarê bide ser xwe. Li dijî van êrîşan gelê Hewlerê daket qadan. Hêzên asayişa PDK'ê mudaxale kir û 45 kes binçav kirin. Dewleta Tirk bi rehetî êrîş dike û li vir tûran davêjin. Ji ber ku di serî de PDK û nûnerên din li dijî van êrîşan bi tundî bertekên xwe neanîn ziman. Ger ku bertek neyê nîşandan û gelê Kurd van êrîşan şermezar neke, de êrîşên dijwartir pêş bikevin. Ji bo êrîşên dijwartir pêk neyên divê Hikûmeta Iraqê, Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê, Hezên Navneteweyî û hemû parazvanên mafên mirovan li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman. Divê her kes li dijî vê yekê berpirsiyariyê bide ser milê xwe."      MA / Omer Akin