‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike' 2020-06-26 09:58:26 EDENE - Seroka Baroya Edeneyê ya berê Mengucek Gazî Çîtirik, der barê hewldanên hikûmetê ya guhertina pergala baroyan de bertekên xwe anîn ziman û got "Ger ku parastin winda bike dê hemû civak winda bike. Ji ber vê yekê divê em li parastinê xwedî derkevin."    Seroka Baroya Edeneyê ya berê Mengucek Gazî Çitirik, têkildarî hewldanên hikûmeta AKP'ê ya ku dixwaze pergala Baroyan biguherîne bertekên xwe anîn ziman. Mengucek Gazi Çitirik anî ziman ku îqtîdara siyasî êdî rewatiya xwe ya di nava civakê de winda kiriye û di hilbijartinên saziyên pîşeyî de bi ser nakeve. Çitirik, anî ziman ku îqtîdara siyasî bi boneya di qada siyasî de bi ser bikeve li gorî xwe guhertinên zagonî çêdike û wiha got: "Bi van guheritnên zagonî li dijî berjewendiyên civakê gavan davêje. Îqtîdar bi armanca rêxistinên pîşeyî û civakî yên li gorî xwe ava bike zagonan diguherîne. Her çend Wezareta Dadê û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), di zagonên parêzeriyê de guhertin tune ye jî derket holê ku xebat bi fermana serokomariyê tê meşandin. Îqtîdara siyasî di vê pêvajoyê de daxwaza xwe paşve nekişandiye. Di hevdîtinan de fikrek zelal derneketiye holê. Îqtîdara siyasî xetên sor ên baroyan li ber çavan negirtiye. Li gori biryara di civînên 19'ê Gulanê û 1'ê Hezîranê ya serokê baroyan de, ger ku daxwaz paşve neyê kişandin, dê lêgerînên xwe yên demokratîk têxin meriyetê. Biryar hatibû girtin ku dê li gorî mafê Destûra Bingehîn û Peymanên Navneteweyî mafê xwe yê meşê biparêzin.    Çitirik, anî ziman ku îqtîdar dixwaze baroyan perçe bike û bi rêve bibe û wiha got: "Bi vê yekê bi agir dilize. Ev pergala ku îqtîdar li ser baroyan ferz dike dijdemokratîk e. Tişta ku di meşa 27 saetan de li sarokên baroyên me hatin kirin resîltî ye. Tişta şermê ye."    Divê guhertin bê kirin jî li gorî berjewendiya civakê bên kirin. Divê li dijî hewldana îqtîdarê ku dixwazin parastinê bişkînin têkoşîn zêde bibe. Eger parastin winda bike dê hemû civak winda bike."