Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê 2020-06-26 10:06:09   XERPÊT -  Gundê Elmapinar a Xerpêtê kirin karantînayê.   Gundê Elmapinar a navenda Xerpêtê, ji ber testa kesên hatibûn şînê pozîtîf derketin, kirin karantînayê. Hat tespît kirin ku kesên bi vîrûsê ketin, li gund temasî gelek kesan kirine. Gundê Elmapinar ji ber vê, li ser biryara Desteya Hifzassihha Bajêr kirin karantînayê.