Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne 2020-06-26 10:18:42 ŞIRNEX - Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û dadgehê ji doza "KCK'ê ya Cizîrê" 6 sal 3 meh ceza lê birî, diyar kir ku dema mijar dibe nûnerê gelê Kurd, cezayê ku endamên FETO  li wan dibere rewa tê dîtin û got: "Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne."    Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ji doza "KCK'ê ya Cizîrê" ya sala 2011'an 6 sal û 3 meh ceza birî. Danişîna doza 79 kekên ku ji doza KCK&'ê ya Cizîrê dihatin darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Dadgehê der barê 67 kesan de bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" ji bo her kesekî-ê di navbera 6 sal û 3 meh û 10 sahan de cezayê girtîgehê birî. Der barê 11 kesan de biryara beraetê da. Mehmet Zirig ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hevşaredarê Cizîrê bû û qeyûm tayînî şûna wî kirin jî rastî 6 sal û 3 meh ceza hat.    'DOZGER JI DOZA FETO HATIN GIRTIN'    Zirig anî ziman ku dozgerên der barê wan de lêpirsîn kirin û ceza xwestin îro ji doza FETO girtî ne û wiha got: "Dadger û dozgerên doz meşandin û ceza birîn îro ji doza FETO girtî ne. Wê rojê AKP û FETO  bi hevkariya hev dozên kumpas pêş xistin. Di operasyonên qirkirina siyasî de dozger û dadgerên FETO'yî bi kumpasan bi hezaran endam û rêveberên partiya me girtin. Kî îqtîdar be û kî bê serê dewletê dema mijar dibe kurd û siyasetmedarên Kurd heman helwestê nîşan didin. Li ser Kurdan siyasetê dikin û hebûna xwe berdewam dikin. FETO şebekeya sûc e. Wê demê jî me ev yek anî ziman. Wê demê ji bilî HDP'ê kesên din li dijî vê yekê dernediketin. Heta serokên Giştî yên AKP'ê gelek pesnên FETO didan. Di 15'ê Tîrmehê de endamên FETO kiras guhertin û derbasî sûcê organize bûn. Di darizandina duh de derket holê ku yên ceza li siyasetmedarên Kurd dibirin belgeya vê tora sûcê organîze ye. AKP li dijî gelê Kurd bi polîtîkayên qirêj li ser piyan dimîne. Ev raste rast dijminantiya gelê Kurd e. Di sala 2011'an de Dozên 'KCK' ê ji aliyê endamên FETO ve li siyasetmedarên Kurd hatin vekirin. Dozên wekî yên Ergenekon û Balyoz hatin xistin. Dema mijar dibe Kurd û nûnerên gelê kurd, dozên ku endamên FETO li nûnerên Kurd vedikin rewa têne dîtin. Dema mijar dibe kurd hemû dibin yek."