Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin 2020-06-26 11:09:31 STENBOL – Ferhat Çelîk û Aydin Keser ên rojnameger ku du roj berê hatin berdan diyar kirin ku ew ji ber polîtîkaya weşangeriya xwe hatine girtin û ew ê her nivîsandinê bidomînin.  Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan a Yenî Yaşamê Aydin Keser ku ji doza nûçeya endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê dihatin darizandin û du roj berê hatin berdan ji ajansa me re axivîn.    ‘BERIYA ME ERDOGAN EŞKERE KIRIBÛ’    Ferhat Çelîk anî ziman ku wan ewilî bi gotina “Li Lîbyayê çend şehîdên me hene” ya Serokkomar Erdogan kuştina endamê MÎT’ê bihîstiye û her kesî meraq kir ku yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest daye kî ye. Çelîk got piştî van agahiyan hin saziyên çapemeniyê nûçe çêkirin û wan jî heman nûçeyê di rojnameya xwe de weşandine.    DADGER DI 5 DEQÎQEYAN DE 3 CARAN NAVBER DAYE    Çelîk anî ziman ku tevî wan çavkaniya nûçeyê jî daye nîşandan derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: “Me yek bi yek ji dozger re got çawa nûçeyê wergirtiye. Em ewilî hatin binçavkirin û berdan. Pişt re dozger îtîraz kir û me dîsa birin dadgehê. Dadger di 5 deqîqeyan de 3 caran navber da dadgehkirinê. Di navbera dawî de dadger bi telefonê axivî û derbarê me de biryara girtinê da. Bêyî ku dosyeyê lêkolîn bike me da girtin.”    ‘PIŞTÎ 13 ROJAN EWLEHIYA DEWLETÊ HAT BÎRA WAN?’    Çelîk diyar kir ku nûçe di 23-24’ê sibatê de hatin weşandin û got: “Di 3-4’ê adarê de derbarê me de gilî hatiye kirin. Dixwazim bipirsim û bêjim ewlehiya dewletê piştî 13 rojan tê bîra we? Lê heke ji vê dosyeyê ceza bidin me bila her kes bizanibe piştî her nûçeya were çêkirin dê ew rojnameger bikeve girtîgehê.” Çelîk destnîşan kir ku li gel çapemeniya nêzî îqtîdar her çiqas nûçeyên endamên MÎT’ê bi awayek eşkere çêkiribin jî derbarê wan de tu lêpirsîn nîne û got armanca girtina wan pir eşkere û zelal e.    ‘ME BÊRIYA NIVÎSANDINÊ KIRIYE’    Çelîk anî ziman ku bi girtîgehan, girtinan û astengiyan wê rojnameger neyên bêdengkirin û bêzarkirin û wiha got: “Tevî ku ji sedî 95’ê medyayê hatiye kontrokirin jî ji sedî 5’ê medyayê ku bi qasî kulmek destan maye jî bi rastî karek serkeftî birêve dibe. Ji ber vê yekê ev ji sedî 5 îro dengê vî welatî radigihîne û tiştekî diguherîne. Dema me dest bi vî karî kir me ji Apê Mûsayan û Gurbetelî Eroszan feyze girt. Me ji wan generalê biçûk yê Apê Mûsa feyze girt. Ji ber vê yekê rojnamegerî bi van girtinan nayê rawestandin. Bi girtîgehan nikarin bedel bi me bidin razandin. Ev 13 sal ez di nava vê xebatê de me û cara yekem e 4 mehan bêhna xwe vedidim. ‘Luksek’ wiha beriya neketibû destê min. Lê êdî bes e em dîsa dest bi nivîsandinê bikin.”    ‘DEMA NIVÎSANDINÊ YE’    Midurê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser jî bal kişand ser binpêkirina mafan ên li girtîgehê û got ew 120 roj li hepsê maye û tu daxwazek wî nehatiye bersivandin. Keser got li gel wan rojnameya Yenî Yaşamê xwestiye jî nedane wan û di her cûre mijaran de muxatab nedîtine. Keser destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê xwedî kevneşopiyek kevnare ye û got: “Kevneşopiyek me ya rojnamegeriya gerdûnî heye. Xeta weşangeriya me gelek saxlem e û nûçeyên me yên lêanîn an go bêbinî nînin. Rojnameya bi salane her çiqas di bin zextan de be jî lê her weşangeriya xwe domand. Em 4 meh girtî man lê belê em ê ji niha şûn ve jî nivîsandinê bidomînin.”    MA / Erdogan Alayûmat - Sadiye Eser