YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve 2020-06-26 12:31:53 NAVENDA NÛÇEYAN - YNK'ê bang  li Konseya Ewlekariya Navneteweyî kir ku li dijî êrîşan bikeve nava liv û tevgerê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku doz li Tirkiyeyê vebe.    Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) duh li herêma Kuna Masî ya navçeya Şarbajar a girêdayî bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Federe ya  Irqê bombebaran kir û di bombebarê de 3 welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest da bûn. Di êrîşa berê ya Şêladizê de jî, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn. Koma Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), name ji Serokkomar û Serokê Iraqê û Serokê Meclîsê şand û xwest Tirkiye di dadgehên navneteweyî de bê darizandin.    Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Parlamentoya Iraqê (Koma Kesk) daxwaz ji Wezîrê Derveyê Iraqê û nûnerê Iraqê yê li Konseya Ewlehiyê dike ku ji bo rawestandina bombebarana dewleta Tirk daxwaza civîna lezgîn a Konseya Ewlehiyê bike. Herwiha daxwaz ji serokkomar, serokwezîr û serokê Parlamentoya Iraqê jî dike ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê hewl bidin.   Têkildarî êrişa hewayî ya duh li Kunemasî jî wiha tê gotin;”Mixabin di vê êrişê de hejmarek geştyar şehîd û birîndar bûn. Ev jî derbaskirina serweriya xaka Iraqê ye û rêz negirtina guftûgoye ku têde balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê hatibû agahdar kirine.”