ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike 2020-06-26 13:30:22 ENQERE / AMED – Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civîna li dijî îşkenceyê de axivî û got: “Îşkence û muameleya xerab tenê ne di dema darbeyên eskerî de pêk tê. Seranserî dîroka komarê wek pratîkek dewletê ya sîstematîk hebûna xwe parastiye.”    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) bi boneya 26’ê Hezîranê “Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine” civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê pêk hat û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Nîhat Bûlût û rêveberên komele û weqfê beşdarî civînê bûn.    Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û wiha got: “Dinyayek bêîşkence mimkin e. Agahiya mirina sivîlan ji Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakurê Sûriyê tê. Ji bo Roboskiyên nû neqewimin divê pêşî li vê yekê were girtin. Lazime Tirkiye operasyonên xwe rawestîne.”    ‘ÎŞKENCE HER HEBÛYE’    Turkdogan diyar kir ku li gelek welatên cîhanê îşkence wek dijîtiya civakê tê nasîn û got: “Tirkiye ‘Peymana Li Dijî Îşkenceyê’ di sala 1988’an de pejirandiye. Di Qanûna Bingehîn û Qanûnê Cezayê de îşkence hatiye qedexekirin. Mixabin li welatê me îşkence û muameleya xerab tenê ne di dema darbeyên eskerî de pêk tê. Seranserî dîroka komarê wek pratîkek dewletê ya sîstematîk hebûna xwe parastiye.”    ‘ZALIMÎ Û ŞERM E’    Turkdogan anî ziman ku gotina li Tirkiyê îşkence nîne xeletî ye û got: “Li Tirkiyê mafê xwepêşandan û meşê mafek Qanûna Bingehîn e. Di dema nêz de HDP’ê û serokên baroyan ber bi Enqereyê ve meş li dar xistin. Tundiya zalimî û şermê dide meriv a polîs û eskeran li ser HDP’iyan û serokên baroyan mînakên aktûel ên vê rewşê ne.”    ‘DIVÊ ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB WERE RAKIRIN’    Turkdogan bal kişand ser rawestandina îşkenceyê û got: “Pêşîlêgirtina îşkenceyê û rawestandina îşkenceyê berpirsiyariya ewil a dewletê ye.”    Turkdogan di dawiya axaftina xwe de pêniyaz û xwestekên li dijî îşkenceyê yên ÎHD’ê û TÎHV’ê rêz kir.    Turkdogan di van xwestek û pêşniyazan de dibêje ku lazime sepanên îşkenceyê û hemû gotinên arasteyî îşkenceyê û muameleya xerab tên kirin werin rakirin û dema binçavkirinê were kinkirin. Turkdogan got di sala 2019’an de 908 kesî ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye û di serdegirtina malan de tiştên xerab anîne serê welatiyan. Turkdogan got di sala 2019’an de di çalakiyên demokratîk û aştiyane de muameleya xerab li 3 hezar û 741 kesî hatiye kirin. Turkdogan got li gorî daneyên di destê wan de di 5 mehên 2020’an de ku îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin 356 kesî serî li wan daye. Turkdogan bi bîr xist ku bi îdiaya sîxûrtî li wan hatiye ferzkirin 71 kesî serî li wan daye. Turkdogan bal kişand ser rewşa girtîgehan û got li girtîgehan her cûre îşkence û muameleya xerab li ser girtiyan berdewam dike.    Turkdogan bal kişand ser tecrîta li Îmraliyê û got her çiqas di sala 2020’an û 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin hatibe kirin jî lê tecrîta girankirî bênavber didome û malbat û parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin.    Turkdogan da zanîn ku guhertina yasaya ango mevzûatê binpêkirina mafan zêde û belav dike û ev yek jî polîtîka-çanda bêcezakirinê bixwe re tîne.    AMED    Bi heman armancê li Amedê û gelek deverên din jî têkildarî îşkenceyê û muameleya xerab daxuyanî hatin dayîn. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê û Înîsiyatîfa Maf a Amedê li avahiya Nûnertiya TÎHV'ê civîna çapemeniyê li dar xistin û rêveberên saziyan beşdar bûn. Di civînê de rewş û daneyên îşkenceyê û muameleya xerab nirxandin. Daxuyaniya hatibû amadekirin bijîşka Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê Elîf Tûran xwend. Tûran destnîşan kir ku îşkence her ku diçe li Tirkiyê zêde dibe û got: "Îqtîdar îşkenceya tê kirin ji nedîtî ve tê. Li îşkenceyê tê temaşekirin. Lazime rayedarên dewletê dest ji pesindayîna îşkenceyê berdin. Em ê li dijî îşkenceyê têkoşîna xwe berdewam bikin."