Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin 2020-06-26 15:43:56   RIHA - Rêxistinê HDP’ê ya Rihayê serdegirtina KCD’ê şermezar kir û got: “Dixwazin tevgera siyasî ya gelê kurd tesfiye bikin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, bertek nîşanî serdegirtina avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û binçavkirina jinan, siyasetmedaran û sendîkayan da. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, di civînê de axivî û wiha got: “Desthilatdarî dixwaze saziyên me îlegalîze bike û gelê kurd bê siyaset bêhêle. Em ji vê derê ji bo gelê xwe dibêjin; Gelê kurd wê di sedsala 21’emîn de bê siyaset nemîne. Gelê me wê li her derê  têkoşîna xwe mezin bike.”   Ocalan, diyar kir ku şerekê pir aşkere tê meşandin û wiha bilêv kir: “Hûnê nekarin bi vî awayî siyaseta gelê kurd tesfiyet bikin. Dîsa li Başûrê Kurdistanê her roj sîvîlan bombebaran dikin û qetil dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku bi awayekê hevpar bertekê nîşanî van êrîşan bidin.”