Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan 2020-06-26 15:48:45 AMED – Di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de hat destpêkirin biryara binçavkirina 64 kesan hat dayîn. Ji 64 kesan tê gotin heta niha 42 kes hatine binçavkirin.  Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê k udi 9’ê cotmeha 2018’an de bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû girtin û di çarçoveya agahî û belgeyên hatibûn bidestxistin lêpirsînek nû derbarê KCD’ê de hat destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de biryara binçavkirina 64 kesan hat dayîn. Di çarçoveya operasyona navenda wê Amed e, li Wan, Êlih, Şirnex, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî hat birêvebirin. Li vana bajaran bi ser mal û saziyan de hat girtin. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rêveber û nûnerên KCD, HDP, DBP, Komeleya Jinan a Rosa, dayikên aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzer jî di nav de hene 42 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya KCD’ê ya li navçeya Peyasa Amedê jî girtin û lêgerîn pêk anîn.    Biryara nepeniyê danîn ser lêpirsînê. Hat zanîn ku operasyon bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebat birêve birine û kesên têkiliya wan bi rêxistinê re hene” hatiye birêvebirin.    42 KES LI EMNIYETÊ TÊN RAGIRTIN    Navê hin kesên hatine binçavkirin û eşkere bûne wiha ne:   Endamên Dîwana KCD’ê Jiyan Taş û Huseyîn Kaya, Rêvebira Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş, Hevşaredara Farqînê ya di hepsa malê de Naşîde Toprak, endamê Meclîsa Şaredariya Hezroyê Fesîh Balbey, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê Enver Çelîk û Aynûr Aktar, li navçeya Çinarê Enver Temîz, rêvebira MEBYA-DER’ê Yildiz Damla, endama Meclîsa DBP’ê Leyla Bagatir, endama Meclîsa Giştî y KESK’ê û endama TUM BEL-SEN’ê Ayten Tekeş, Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê Suphî Îzol, endamê Şaxa SES’ê ya Amedê Mafhûz Karaaslan û Ferhat Erkûş, Rêvebira Desteya Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê Arîn Zumrut, Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, parêzer Berdan Acûn, Hevserokê Rêxistina HDP’a Karazê Cahît Ay, Hevseroka HDP’a Pasûrê ya berê Selva Akkoyûn, ji navçeya Rezanê Gurbet Çakar, ji navçeya Farqînê Mehmet Saglam, Fatma Bulbul û Tahîr Tûran, Xwendekarê Beşa Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Azad Can.    Hat zanîn ku binçavkiriyan hemû birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.