Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin 2020-06-26 17:06:09 AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku binçavkirin û operasyona li dijî sazî û dezgehan pêk hatiye berdewamiya “Plana Têkbirinê” ye û got: “KCD kongreya gel e. Wê di nava gel de xebatên me bidomin.” Li Amedê têkildarî operasyona li dijî KCD’ê û binçavkirina 42 kesan li avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî civînê bûn.   ‘KCD KONGREYA GEL E, HÛN NIKARIN DILÊ GEL MOHR BIKIN’      Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di civînê de axivî û destnîşan kir ku serdegirtina KCD’ê, weşanxaneya J&J’yê û binçavkirina siyasetmedar û aktîvîstan berdewama “Plana Têkbirinê” ya di cotmeha 2014’an de biryara wê hat dayîn e û got: “Pirsgirêk ne KCD û HDP ye. Pirsgirêk statûya kurdan û hebûna kurdan e. Em carek din dibêjin; KCD ji sala 2007’an vir ve hemû xebatên xwe zelalî û eşkere birêve dibe. Tiştek me û xebatek me veşartî nîne. Dixwazin sûc biafirînin. Bi eşkereyî ji me re dibêjin ‘hûn kurd in, em li dijî we têdikoşin.’ Em carek din dibêjin; çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Hûn nikarin bi van polîtîkayan encamê bigirin. 30 sal in li dijî kurdan têdikoşin. Bila viya baş bizanibin; kurd wê çong û serê xwe netewînin. KCD kongreya gel e. Wê nikaribin dilê gel mohr bikin. Em ê xebatên xwe berdewam bikin. KCD wê xebatên xwe di nava xelkê xwe de birêve bibe.”