Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir 2020-06-27 00:38:21     KOBANÊ/MEXMÛR - Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê di pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan de, bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 jinên Kobanî yên li gundê Helîncê bi SÎHA yên Tirkiyeyê hatin kuştin, li ber baregeha eskerî ya Rûsya ya li gundê Îzaa ya rojavayê Kobanê çalakî li dar xistin û Tirkiye şermezar kirin. Li Mexmûrê jî bi sedan welatî kom bûn û êrîşên Tirkiye şermezar kirin.    Bi hezaran welatiyên Herêma Firatê bi armanca êrîşa Tirkiye ku bi SÎHA 3 jinên Kurd ên Kobanî li Gundê Helîncê qetil kirin, kîlometreyekî dûrî baregeha Rûsya kom bûn û pankartên "Bêdengiya wê tê wateya hevkeriya we bi dewleta Tirk re di pêkanîna komkujiya gundê Helîncê", wêneyê 3 jinên li Gundê Helîncê hatin kuştin û wêneyê kesên di 25'ê Hezîranê 2015'an li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hildan. Şêniyên bi diruşmeyan helwesta Tirkiyeyê şermezar kir û meşiyan baregeha Rûsyayê. Şandeyek ji 5 kesan derbasî baregehê bûn û dosyayek radestî berpirsên baregehê kirin. Di dosya de sûcên Tirkiyeyê yên li dijî sivîlên Kobanê, komkujiya 25'ê Hezîrana 2015 û komkujiya 23'ê Hezîranê ya li gundê Helîncê parve kir. Şandeyê qederê saet û nîvekî bi berpirsên baregehê re hevdîtin kirin û dosya radestî wan kirin û ji wan xwest ku li hemberî van komkujiyan helwesta xwe diyar bike.   Şandeyê diyar kir ku fermandarê polîsên leşkerî yê Rûsyayê diyar kir ku hebûna wan a li herêmê ji bo pêkanîna aştiyê û parastina sivîlan û gotin dê nameyê radestî aliyên têkildarî bikin. Fermandarê Rûsî her wiha soz da ku wê derbasê vê komkujiyê de lêpirsînê vekirin û nehêlin ku mîna vê komkujiyê pêk were.   Çalakgeran çalakî bi dirûşmeyên ku girêdana xwe bi kesên jiyana xwe ji dest dane re tine ziman û şermezarkirina Tirkiyeyê bi dawî kir.    MEXMÛR   Şêniyên Wargeha Mexmûr êrîşên Tirkiyeyê yên li ser tevahî Kurdistanê şermezar kirin. Mexmûriyan dan zanîn ku armanca êrîşan jiholêrakirina pergala xweseriya demokratîk e. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya (Mexmûr) êrîşên li ser tevahî çar parçeyên Kurdistanê şermezar kirin. Bi sedan welatiyên li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, poster û wêneyên kesên li Şêladiz û her sê jinên şoreşger ên li Kobanê ku hatin qetilkirin rakirin. Beriya daxuyaniyê ji bo tevahî kesên di têkoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê ciwan Nêçîrvan Bulut daxuyanî xwend.    Neçîrvan Bulut wiha got: “Di van demên dawî de dewleta faşist a Tirk rojane bi şêweyek hovane êrîşî nirx û destkeftiyên gelê Kurd dike. Bêyî ferq û ciyewazî bixe nav, bi hinceta êrîşa li dijî Têkoşîna Azadiyê li Başûrê Kurdistan êrîşî cih û warên sivîlan û li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşî nûnerên gel ên hilbijartî dike. Bi van êrîşan dewleta hov û bê exlaq ya Tirk dijminahiya xwe ya li beramberê Kurdê azad û Kurdên welatperwer radixe ber çavan. Êrîşên dewleta Tirkiye pir vekirî hebûna Kurdên azad, îradeya  gel ya serbixwe û nirxên têkoşîna azadiyê dike armanc û bi van pêkanînên xwe, dijminahiya xwe ya li beramberê gelê Kurd bi eşkere diyar dike. Armanc û niyeta dewleta xwinmij ya Tirk û hevalbendên wan gav bi gav li Kurdistanê peşxistina dagirkeriyê û şikandina îradeya gel a azad e. Ev êrîş encama siyaseta qirker û polîtîkaya tunekirina gelê Kurd a dewleta faşîst a Tirk e.”   Bulut kesên li Şêladiz, Kunemasî û yên Kobanê hatin kuştin bibir anîn û wiha lê zêde kir: “Weke gelê Mexmûr di serî de em ciwanên welatparêz ên herêma Şêladiz a Serhildêr Deman Omer, Newzad Mustafa, Azad Mehdî, Muxlis Adem, Emîn Salih Hesen  endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, endama Meclîsa Jinan a Kobanê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî ya Kobaniya sembola berxwedan û qehremaniya têkoşîna jina azad, her wiha Şehîdên Kunemasî bi rêzdarî bi bîr tînîn û bejna xwe li beramberê wan ditewînin. Em ji bo malbatên wan ên welatperwer û Gelê têkoşêr yê Kurdistanê sersaxî dixwazîn û jibo birîndarên kû di nava wan de  jin û zarok ji hene selametî û şîfa dixwazîn. Wê serhildêrî û berxwedêriya wan bi serbikeve û wê dijminên faşîst ên gelê Kurd di nava xwîna wan pakrewanan de bê henase bîmînin. Êrîşa li dijî ciwanên qehreman ên herêma Şêladizê bi zanebûn hatiye kirin û bi van êrîşan tê armanckirin, ew rihê serhildêr û berxwedêr yê herêmê were fetisandin û ji holê were rakirin. Bi heman rengî hedef girtina rêveberiya xweser ya herêma Firatê li Kobanî berdewamkirina zihniyeta Daişê ya li Kobanî têkçûyîye. Her wiha êrîşa li herêma Silêmanî li devara Şarbajêr li ser gundên Kurdperwer, êrîşa li ser rihê welatperwer û xwedî sekin ê gelê herêmê ye. Weke gelê wargeha Mexmûr em van êrişên dij mirovî û dijî tevayî zagonên navneteweyî şermezar dikin.”   Bulut, xwest gelê Kurd li dijî van êrîşan serî hilde û wiha bi dawî kir: "Ger gelê Kurd serî hilnede wê her tim bi qirkirin û qetlîaman re rû bi rû bimînin. Divê gelê Kurd bizane ev êrîş li ser îradeya wan a azad û destkeftên wan yên bi nirxin, ji bo vê divê serî de Başûrê Kurdistan tevayî gelê Kurd bi rihê gelê Şêladizê û bi giyanê Kobaniya berxwedêr serî hildin, li beramberê dagirkeriyê ji dijminên gelê Kurd û hêzên Kurd yên hevkarên wan re bêjin êdî bese. Ger gelê Kurd bêdeng bimîne û li erk û berpirsyariyên xwe xwedî dernekeve, wê ev êrîş berdewam bibin, wê gelek can ji dest werin dayîn û wê Kurdistan bi giştî were dagirkirin. Jibo Kurd mafên xwe yên rewa û nirxên xwe bi parêzin, pêwîste li beramberê îxaneta navxweyî rawestin û li dijî êrîşan qada navneteweyî bixin tevgerê. Weke gelê Welatparêz ê êş kişayî û bi xwe her roj rastî êrîşan tê, em dubare şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînîn, êrîşên dagirkeran şermezar dikin, helwest û berxwedana gelê xwe silav dikin. Her wiha banga li erk û berpirsyariyên xwe xwedîderketinê li hêzên berpirsyar, hêzên navneteweyî, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî dikin.”   Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî têkoşîna gelê Kurd ê berxwedêr, bijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, bimire îxanet, şehîd namirin’ bi dawî bû.