Delîl jê birin 2020-06-27 09:08:01   MÊRDÎN – Piştî Waliyê Mêrdînê (ê berê) û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ji walîtiyê hat girtin û çû Enqereyê, mufetîş hatin şaredariyê. Lê belê di lêkolînên hatine kirin de gelek belge winda bûne û qeydên kamereyan hatine jêbirin.    Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan Waliyê Mêrdînê (ê berê) Mûstafa Yaman kiribû qeyûm û tayinî Şaredariya Bajarê Mezin kiribû. Lê belê di 10'ê Hezîranê de Serokomartiyê biryarnameyek weşand û bi vê biryarnameyê re Yaman jî di nav de gelek walî çûn Enqereyê û cihê gelekan jê hat guherandin. Piştî Yaman çû Enqereyê Waliyê Edeneyê Mahmût Demîrtaş tayinî Mêrdîn hat kirin û bû Waliyê Mêrdînê.    Piştî Yaman çû Enqereyê Wezareta Karên Navxweyî jî 5 mufetîş şandin şaredariyê. Mufetîşan li şaredariyê lêkolîn kirin, di dema lêkolînan de bi tiştên ecêb re rû bi rû amn.    DI BIN NAVÊ BEXŞÊ DE KOMÎSYON   Di lêkolînan de derket holê ku gelek dosye winda ne. Hat hînbûn ku bi taybetî jî dosyeyên mexblaxa wan giran winda ne. Piştgiriya ji bo MArdîn Buyukşehîr Başaksporê hatiye kirin û pereyên hatine dayîn hemû ketine ber lêkolînê. Di lêkolînan de derket holê ku beramberiya îhaleyan di bin navê "bexşê" de ji bo Başaksporê komîsyone hatiye stendin.    Hat diyarkirin ku perê di ser qulûbê re hatine stendin û dayîn bi milyona ye. Hat diyarkirin ku şaredariyê meaşê lîstikvanên qulûbê daye û meaşê hatiye dayîn jî nêzî milyonekê ye.    QEYDÊN KAMERAYAN JÊ BIRINE   Lêkolînên mufetîşan li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariyê ku xwarziyê Yaman Yûnûs Emre Akça di rêveberiya wê de ye, didomin. Hat diyarkirin ku di lêkolînên Kent A.Ş.'yê de gelek belge winda ne. Her wiha di dema lêkolînan de mufetîşan dîmenên kamerayan jî xwestiye lê belê derketiye holê ku dîmen hatine jêbirin.    Li gor agahiyên bi dest ketin, ji ber dîmen hatine jêbirin mufetîşan hevdîtin bi personelên Serokatiya Daîreya Kar û barên Aaghiyan re kiriye û di hevdîtinê de li ebr pozê hev rabûne. Niha seroka fermî ya Daîreya Kar û Barên Agahiyan Derya Dag Açil e, belê polîs Yasîn Çatal ku hevjînê Merve Erciyes e (keça manewî ya Yaman) û ji Amasyayê hatiye serokatiya daîreyê dikir.    200 MILYON DEYNÊ DIN   Her wiha di lêkolînan de derket holê ku deynê şaredariyê zêdetir bûye. Ji sala 2016'an heya 31'ê Adara 2019'an deynê şaredariyê bibû milyar û 26 milyon TL. Hat hînbûn ku qeyûm di 10 mehan de 470 milyon TL budçeya şaredariyê qedandiye û bi ser de jî herî kêm 200 milyon TL'ê din deyn kiriye.    MA  /  Ahmet Kanbal